Di teqîna li Minbicê de 11 kes birîndar bûn
- rojane
- 18:30 20/3/2024
Di teqîna li taxa El Serb a bajarê Minbicê de 11 kes birîndar bûn.
Di teqîna li taxa El Serb a bajarê Minbicê de 11 kes birîndar bûn.
Li navçeya Hezexê bi sedan kes li ber avahiya Rêxistina DEM Partiyê hatin cem hev û Newrozê pîroz kirin. Parlamenterê DEM Partiyê Zekî Îrmez li vir axivî û bal kişand ser girîngiya hilbijartinê û got ku mixatabê pirsgirêka kurd Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e.
Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê li navçeyên navenda bajêr ji bo pîrozbahiya Newrozê ya sibê esnaf vexwendin Newrozê. Esnafan jî diyar kirin ku ew ê sibê dikanên xwe venekin û li qadê bin.
Nobetên Edaletê li gelek bajaran berdewam dikin, dayikan ji bo Newroza Amedê ya sibê bangawaziya tevlibûnê kirin.
Li navçeya Geverê ciwanan mohra xwe li pîrozbahiyên Newrozê xist. Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû ya li vir axivî, wiha got: “Ev qad xwedî vîna ku tecrîdê rake ye.”
Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê xebatên xwe yên hilbijartinê derî bi derî didomînin û di hevdîtinên dikin de jî anîn ziman ku dê qeyûman bişînin û şaredariyan bi gel re bi rê ve bibin.
Bi deh hezaran kes tev li pîrozbahiya Newroza Qoserê bûn. Ciwanan, cil û bergên li xwe kiribûn ji xwe kirin û di nava agirê Newrozê de şewitandin. Li qadê bênavber dirûşma “Bijî Serok Apo" hate berzkirin.
Li navçeyên Cizîr û Qoserê hemwelatiyan piştî pîrozkirina Newroza bi heybet, ber bi navenda bajêr ve dest bi meşê kirin.
Li navçeya Cizîrê welatiyan tevî barîna baranê û heriyê berê xwe dan qada Newrozê. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, wiha got: “Gelê kurd ji bo azadiya xwe li ser piyan e.”
Li gel bajarên Kurdistanê, li gelek navendên li rojavayê Tirkiyeyê jî pîrozbahiyên Newrozê bi girseyî hatin lidarxistin.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Cahît Kirkkazak di pîrozbahiya Newrozê ya li quntarê Çiyayê Kato de axivî û wiha got: “Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan li Îmraliyê ye û ji bo muzakereyên aştiyê amade ye.”
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar a di Newroza Akdenîzê de ku bi hezaran kesan azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan qêriyan, ji bo azadiya Ocalan banga têkoşînê kir.
Parlamentera DEM Partiyê Pervîn Buldan di pîrozbahiya Newroza Îdirê de axivî û wiha got: “Bi tecrîda li Îmraliyê re rêya aştiyê digirin. Hûn nikarin bi tecrîdê re pêşeroja vî gelê xesp bikin. Dê tecrîd rabe û aştî, azadî û demokrasî were vî welatî.”
Li navçeya Wêranşarê tevlibûna deh hezaran kesan pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Di pîrozbahiyê de gelek caran dirûşma "Bijî Serok Apo" hat berzkirin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate kirin.
Pîrozbahiya Newrozê Çewligê ya îro hate betalkirin. Hat daxuyandin ku dê pîrozbahî di 27’ê adarê de were lidarxistin.