NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê kolberekî kurd ji aliyê rejîma Îranê ve hat kuştin.
Li gorî nûçeya Kolbernewsê, kolber Mehdî Şerîf ê ji gundê Kanî Sewî yê bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê, li ser xeta sînor a herêma Sardawî ya li nêzî Baneyê di encama êrişa hêzên Îranê de hat kuştin. Li gorî heman çavkaniyê, Mehdî Şerîf zewicandî û bavê zarokekî bûye.
Hat ragihandin ku cenazeyê kolberê kurd birine nexweşxaneya bajêr a Selahaddînê, lê heta niha radestî malbata wî nehatiye kirin.
Di 6 mehên ewil ên sala 2025'an de li Rojhilatê Kurdistanê di encama êrişên hêzên Îranê de herî kêm 17 kolberan jiyana xwe ji dest dane û 20 kolber jî birîndar bûne.