Endamên komîsyona Meclîsê yên AKP’ê diyar bûn
- polîtîka
- 16:16
AKP’ê navên endamên xwe yên ku dê tev li komîsyona li Meclisê bibin, diyar kir.
AKP’ê navên endamên xwe yên ku dê tev li komîsyona li Meclisê bibin, diyar kir.
Partiya Yenî Yolê, navên endamên xwe yên ku dê tev li komîsyona li Meclisê bibin, diyar kir.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, nîqaşên têkildarî komîsyona ku dê li Meclisê bê avakirin nirxan û wiha got: “Cihgirtina li ser maseyê tê wateya hêza diyarker a çareseriyê û beşdariya sedsala duyemîn a komarê.” Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, têkildarî geşedanên rovejê li navenda giştî ya partiyê civîna çapemeniyê li dar xist. Ayşegul Doganê, şewatên daristanan wek “eko-qirtkirin” pênase kir.
Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel, têkildarî komîsyona ku li meclisê bê avakirin got: "Serokê meclisê daxwazên me qebûl kir, dê di komîsyonê de piraniya wesfdar çêbibe. Em ê jî sibê 10 evalên xwe ji bo komîsyonê peywirdar bikin."
Ji aliyê Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan û Serokkomarê Qazaxistanê Qasim Comerd Toqayev ve di navbera her du welatan de 20 Peyman hatin îmzekirin.
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, diyar kir ku li Tirkiyeyê jiyana mirovan “ji avê erzantir” e û got: “Berpirsiyarê herî mezin ê şewatan hikûmeta AKP’ê ye.”
Tulay Hatîmogullari ku li dijî şewata daristanan banga seferberiyê kir got, ''Divê erka rêveberiyên herêmî ya mudaxalekirina şewatan bê zêdekirin.''
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ku di konferansa li Bazîdê de axivî, diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotiye dermanê Kurdan kongreya neteweyî ye û destnîşan kir ku çi dibe bila bibe ew kongre dê pêk were.
Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş, ji komên partiyan re têkildarî komîsyona ku li dê Meclisê bê avakirin nameyek şand. Di nameye de der barê hejmara endamên partiyan ên ku dê beşdarî komîsyonê bibin agahî parve kir.
Berdevka Meclîsa Jinan a DBP'ê Berîvan Bahçecî diyar kir ku dê bi awayekî rêxistinkirî û bi biryar xwedî li " Banga Aştî û Civaka Demokratîk" derbikevin û got: "Em ê aştiyê rêvebibin. Em ê li her tax, her kolan, her malê aştiyê mezin bikin."
DEM Partî di encamnameya civîna Meclisa Partiyê (PM) de bal kişand ser “Siyaseta demokratîk û hiqûqa yekpare” û got: “Em li her bajarî Platformên Aştî û Demokrasiyê ava bikin.”
DEM Partiyê, ji bo Dayika Şemiyê Emîne Ocakê peyama sersaxiyê weşand û got: “Mîrateya Emîne Ocak dê di têkoşîna me ya edaletê de bijî.”
Berdevkê CHP’ê Denîz Yucel diyar kir ku ew dikarin piştgiriyê bidin komîsyona ku li Meclisê were avakirin, lê şefafî û samîmiyet wê diyarker be.
Tuncer Bakirhan, diyar kir ku divê komîsyon tavilê dest bi xebatê bike û got: “Divê komîsyon ne tenê di nava hewldana çek danînê de be. Ev komîsyon dikare modela aştiyê ya Tirkiyeyê ava bike.”
Serokê MÎT’ê, li Meclisê bi DEM Partiyê re civiya.