EDENE - Pirtûkên ji bo girtiyên li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Suluca ya Edeneyê tên ragirtin, bi hinceta “ewlehiyê” nayên dayin.
Pirtûkên ji bo girtiyên li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Suluca ya Edeneyê tên ragirtin, bi hinceta “ewlehiyê” nayên dayin. Herî dawî jî du pirtûkên Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ên ji girtî Huseyîn Bag re hatine şandin, bi hinceta “dibe ku pergal û disiplîna saziyê xera bikin” nehatin dayin. Di biryara astengkirinê de “Qanûna têkildarî Înfazkirina Ceza û Tevdîrên Ewlehiyê” hat bibîrxistin û hat gotin ku bi vê boneyê jî rêveberiyê belavkirina fikaredar dîtiye.
Girtî Huseyîn Bag, têkildarî rewşê ji Wekîlê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan re nameyek şand û rewşa heyî vegot. Bag, got ku sepanên behsa xeberê êdî sîstematîk bûne û got: “Bi gelek hincetên cuda pirtûkên me nayên dayin. Bi taybet jî pirtûkên ku têgehên weke Kurd û Kurdistan tê de cih digirin, bêyî ku li naveroka wê were nihêrtin, tên astengkirin. Weke mînak; pirtûka Faysal Dagli ya ‘Di Pirtûkên Pîroz û Mîtolojiyan de Kurd’ ji ber çendek hevokan hate qedexekirin. Her wiha pirtûka Mehmet Uzun a ‘Sîya Evînê’ jî piştî 8 mehan hate sekinandin, paşve hate şandin. Pirtûk heta demekê di bin navê lêkolînê de bi awayekî keyfî nayên dayin an jî paşde tên xistin. Ev, bi aşkerayî xespkirina maf e.”
'TIŞTA TÊ FERZKIRIN TECRÎD E’
Bag, da zanîn ku mafê xwendina pirtûkê li girtîgehê hatiye bisînorkirin û wiha domand: “Pirtûkxaneyên li vê derê pir nebikêr in. 15-20 rojan carekê tenê 3 pirtûk tên dayin. Ev jî piranî pirtûkên em naxwazin in. Hema hema peydakirina pirtûkên em dixwazin qet pêkan nîne. Qedexeyên li ser pirtûkên me, parçeyeke aşkera ya binpêkirinên mafan ên li girtîgehan e. Tişta tê ferzkirin, tecrîd e.”
'LI GIRTÎGEHAN KURDÎ BI FIÎLÎ QEDEXE YE’
Wekîlê DEM Partiyê Alî Bozan jî bertek nîşan da û got: “Pirtûkên ji bo girtiyan tên şandin û der heqê wan de tu biryarên qedexeyê tune, tenê ji ber ku peyvên ‘Kurd’ û ‘Kurdistan’ tê de cih digirin nayên dayin. Li gorî îfadeya Huseyîn Bag, herî kêm 10 pirtûk hatine astengkirin. Pirtûkeke Mehmet Uzun zêdetirî 8 mehan nehat dayin û piştre hate dayin. Hinceta wê jî weke ‘Kesekî bi Kurdî dizane tune ye.’ Ev yek nîşan dide ku Kurdî li girtîgehan bi aşkerayî hatiye qedexekirin.”
Bozan, bang li Wezareta Dadê kir ku sepanên derhiqûqî û binpêkirinên li dijî girtiyan bên bidawîkirin.