Li gelek navendan agirê Newrozê hat vêxistin
- rojane
- 11:34 20/3/2024
Îro li 16 navendan agirê Newrozê hate vêxistin.
Îro li 16 navendan agirê Newrozê hate vêxistin.
Hevserokên DEM Partiyê yên Stenbolê gotin ku bi dengên hilbijêrên li rojavayê Tirkiyeyê dê li Kurdistanê bikarin 15 şaredariyên di destên qeyûman de jê bistînin û li dijî veguhestina “hilbijêrên gerok” ku polîs û leşkerin, bang li her kesî kirin ku biçin bajarên xwe û dengê xwe bidin.
Li Îdirê îxtîmala ku DEM Partî di hilbijartinê de bi ser keve her ku diçe zêdetir dibe û AKP-MHP ên namzetê hevpar nîşan dayîn êdî weke çareya dawî wezîrên nû û yên berê tev li xebatan kirin.
Fermandariya Biryargeha NPG’ê “mizgîniya Newrozê” ku endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan beriya çend rojan anî bû ziman eşkere kir. NPG’ê diyar kir ku endamên wan bûne xwedî wê derfetê ku balafirên bê mirov ên bi çek (SÎHA) bêbandor bikin û da zanîn ku hêzên wan bi giştî 15 SÎHA anîne xwarê.
Endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê yên ji bo Newroza ku dê sibê li Amedê bi coşeke mezin were lidarxistin bang kirin, wiha gotin: “Em ê bi dirûşma xwe ya ‘Dem dema azadî û serkeftinê ye’ li Newrozê ber bi azadiyê ve bimeşin.”
Rojnameger Silêman Ehmed 148 roj berê ji hêla asayîşa PDK’ê ve hate revandin û ji wê rojê heta niha tu agahî ji Ehmed nayên girtin.
Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd daye destpêkirin di roja 115’an de berdewam dike.
Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku ji hêla qeyûm ve tê birêvebirin, ji bo meha Remezanê paketên alîkariyê amade kirin. Broşûrên namzetên AKP’ê li ser paketan hatiye xistin û kêliyên ku ev paket li wesayîta anonsê ya AKP’ê dihatin barkirin hatin kişandin.
Rojnameger Amed Dîcle got ku Tirkiyeya bi operasyonên derve nekariye têkoşîna kurdan têk bibe vê carê dixwaze hêzên cudatir têxe dewrê û encam bigire. Dîcle di amadehiyên plansaziyên êrişan de bal kişand ser rola PDK’ê û wiha axivî: “PDK di navenda planên dîplomatîk, leşkerî û aborî de ye.”
Seroka Komîteya Amadekar a Newrozê Pinar Sakik Tekîn diyar kir ku wan amadekariyên Newrozê temam kirine û got: "Em gelên Kurdistan û Tirkiyeyê vedixwînin Newrozê."
Zaroka bi navê Sariya S. a 17 salî li navçeya Pirsûsê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.
Di pîrozbahiya Newrozê de ya ku ji aliyê KASED'ê ve hat lidarxistin, îşaret bi zextên li ser ziman û çanda kurdî hatin kirin û piştgiriya berxwedana li girtîgehan hat kirin.
Hevşardara berê ya HDP’ê ya Artûklûyê Sevînç Bozan ku ji bo îfadeyê çû Edliyeya Mêrdînê, hat binçavkirin.