Protokolê govenda Newrozê gerand
- rojane
- 13:47 21/3/2024
Mêvanên ji bo Newroza Amedê hatibûn vexwendin di dema pîrozbahiya bicoş de nekarîn li cihê xwe bisekinin û li ber stranan ketin milê hev û govend gerandin.
Mêvanên ji bo Newroza Amedê hatibûn vexwendin di dema pîrozbahiya bicoş de nekarîn li cihê xwe bisekinin û li ber stranan ketin milê hev û govend gerandin.
Di Newroza Amedê ya bi heybet de nirxandinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên di demên berê de ji bo Newrozê kiribûn hatin xwendin.
Herikîna qada Newrozê ya bi devî re tejî bûye, didome. Di pîrozbahiyên ku bi gotina stranan berdewam dikin de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” tên berzkirin.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar, bal kişand ser girîngiya pîrozbahiyên Newrozê yên îsal û Newroza Abdullah Ocalan pîroz kir.
Namzetên Hevşaredariyê yên Bajarê Mezin ên Amedê Dogan Hatûn û Serra Bûcak ên bi coşeke mezin derketin ser dika Newroza Amedê, destnîşan kirin ku dê di 31’ê Adarê de qeyûman bişînin Enqereyê.
Girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de, di peyama ji Newroza Amedê re şandin de wiha gotin: “Baweriya me heye ku tecrîd dê rabe û Serokê me dê bi awayekî fizîkî azad bibe.”
Dîmenên kêliya ku dema zarok ji Cejna Newrozê ya Cizîrê vedigeriyan malên xwe û rastî tundiya polîsan hatin derketin holê.
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk ê li Newroza Amedê bang li sed hezaran kir, anî ziman ku divê di nava kurdan de yekitiya netewî pêk bê, pirsgirêka kurd were çareserkirin û Abdullah Ocalan azad bibe.
Aktîvîsta TJA’yê Aynûr Sarica di Newroza Amedê de axivî û wiha got: “Hûn nikarin me ji têkoşîna azadiyê bikin. Dê ev têkoşîn heta dawiyê bidome.”
Di pîrozbahiya Newroza fînalê ya li Amedê tê lidarxistin de agir hate vêxistin.
Xwendekarê zanîngehê Kemal Kûrkût ê li Amedê di Newroza 2017’an de ji aliyê polîsekî ve hate qetilkirin, li cihê lê hate kuştin hate bibîranîn.
Hat zanîn ku Walîtiya Amedê derheqê polîsên ku di wesayîta binçavkirinê de zarokê 17 salî bi copan derb kirin de lêpirsîn daye destpêkirin.
Li Tekîrdagdê TIR’ekê li mînîbûsa rêwiyan xist. Di qezayê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 10 kes jî birîndar bûn.
Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Enqereyê ya DEM Partiyê Gultan Kişanak a ji Newroza Amedê re peyam şand, wiha got: “Dê jiyan serbikeve, azadî serbikeve, Newroz serbikeve. Niha dem dema azadiyê ye.”
Piranî jê jin û ciwan, Newroza Amedê bi beşdariya sed hezaran kesan didome.