Di Nobeta Edaletê de bangawaziya Newroza Amedê
- rojane
- 17:45 20/3/2024
Nobetên Edaletê li gelek bajaran berdewam dikin, dayikan ji bo Newroza Amedê ya sibê bangawaziya tevlibûnê kirin.
Nobetên Edaletê li gelek bajaran berdewam dikin, dayikan ji bo Newroza Amedê ya sibê bangawaziya tevlibûnê kirin.
Li navçeya Geverê ciwanan mohra xwe li pîrozbahiyên Newrozê xist. Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû ya li vir axivî, wiha got: “Ev qad xwedî vîna ku tecrîdê rake ye.”
Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê xebatên xwe yên hilbijartinê derî bi derî didomînin û di hevdîtinên dikin de jî anîn ziman ku dê qeyûman bişînin û şaredariyan bi gel re bi rê ve bibin.
Bi deh hezaran kes tev li pîrozbahiya Newroza Qoserê bûn. Ciwanan, cil û bergên li xwe kiribûn ji xwe kirin û di nava agirê Newrozê de şewitandin. Li qadê bênavber dirûşma “Bijî Serok Apo" hate berzkirin.
Li navçeyên Cizîr û Qoserê hemwelatiyan piştî pîrozkirina Newroza bi heybet, ber bi navenda bajêr ve dest bi meşê kirin.
Li navçeya Cizîrê welatiyan tevî barîna baranê û heriyê berê xwe dan qada Newrozê. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, wiha got: “Gelê kurd ji bo azadiya xwe li ser piyan e.”
Li gel bajarên Kurdistanê, li gelek navendên li rojavayê Tirkiyeyê jî pîrozbahiyên Newrozê bi girseyî hatin lidarxistin.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Cahît Kirkkazak di pîrozbahiya Newrozê ya li quntarê Çiyayê Kato de axivî û wiha got: “Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan li Îmraliyê ye û ji bo muzakereyên aştiyê amade ye.”
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar a di Newroza Akdenîzê de ku bi hezaran kesan azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan qêriyan, ji bo azadiya Ocalan banga têkoşînê kir.
Parlamentera DEM Partiyê Pervîn Buldan di pîrozbahiya Newroza Îdirê de axivî û wiha got: “Bi tecrîda li Îmraliyê re rêya aştiyê digirin. Hûn nikarin bi tecrîdê re pêşeroja vî gelê xesp bikin. Dê tecrîd rabe û aştî, azadî û demokrasî were vî welatî.”
Li navçeya Wêranşarê tevlibûna deh hezaran kesan pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Di pîrozbahiyê de gelek caran dirûşma "Bijî Serok Apo" hat berzkirin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate kirin.
Pîrozbahiya Newrozê Çewligê ya îro hate betalkirin. Hat daxuyandin ku dê pîrozbahî di 27’ê adarê de were lidarxistin.
Ji ber çalakiya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ku li Kadikoyê hatibû lidarxistin, 95 jê jin bi giştî derheqê 100 kesan de doz hatibû vekirin. Di dozê de biryara beraetê hate dayîn.
Rêxistina DEM Partiyê ya Enqereyê ji bo pîrozbahiya Newrozê û mitînga hilbijartinê ya ku di 24’ê adarê de were kirin banga tevlibûnê kir.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan di Newroza Cizîrê de axivî û got ku navnîşana çareseriya pirsgirêka kurd Îmrali ye.