ROJEVA 13'ê ÎLONA 2025'AN
- rojane
- 09:00 13
Civîna 9'an a Komîsyona Meclisê ku saziyên karsazan hatin guhdarîkirin, bi dawî bû.
Civîna 9'emîn a Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê bi serokatiya Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş dest pê kir. Di civînê li karsazan tê guhdarîkirin.
Di daxuyaniyên bi boneya 45’emîn salvegera derbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê de hate gotin ku sepanên derbeyê didomin û banga avakirina pêşerojeke demokratîk hate kirin.
Hevserokê KONGRA-GEL’ê Remzî Kartal diyar kir ku pêvajoya Abdullah Ocalan daye destpêkirin ji bo Tirkiye û herêmê firsendeke dîrokî ye û got: “AKP hewl dide pêvajoyê ji bo hesabên îktîdarê bi kar bîne. Nûnerên dewletê divê dev ji vî uslûbê xwe yê xerab berdin.”
Devlet Bahçelî, got: “Aştî, çûkeke xwedî yek baskekî nîne. Ji bo aştî bikare bifire divê baskê wê yê duyemîn jî hebe. Baskê ewil ê aştiyê ji hêla Ocalan ve hate çêkirin. Niha jî em hatin wê qonaxê ku şertên pêkvejiyanekê ava bikin.”
Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê Mûsa Piroglû diyar kir ku desthilat ji bo mayîndebûna xwe ketiye fetloneka dawî û got: "Heta ku gelê Kurd û çînên karkeran ên Tirkiyeyê mil nedin milê hev, şansê me yê serketina di vê pêvajoyê de tune ye."
Şahidê îşkence û komkujiyên dema darbeya 12'ê Îlonê yên li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê Abdullah Çelmez got: "Bi bedenên ku li dijî teslîmiyeta ferzkirî, dîrok hat nivîsandin."
Nivîskar Mukaddes Erdogdu Çelîk ku di darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê de hevjînê xwe winda kir û sê salan di girtîgehê de ma, got ku pêkanînên bi vî rengî îro jî di meriyetê de ne, lê hêzên demokrasiyê li hember wan li ber xwe didin.
Hevseroka Meclisa Gel a Mexmûrê Nûdem Yamanê diyar kir ku ambargoya li ser Kampa Mexmûrê gav bi gav kûrtir dibe û got: "Derî bi tevahî nehatine girtin, lê tê dayîn ku kampa ji jiyanê bê xalîkirin."
Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş di civîna Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê de axivî û got: “Peywira sereke ya komîsyonê ew e ku em xebatan di demekî herî kin de serûber bikin û bigihijînin encamê.”
Saziyên têkildarî “Mafê hêviyê” serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dabûn, ji bo di mijara behsa xeberê de sererastkirin werin kirin bang li Tirkiyeyê kirin. Saziyan, got. “Bila hemû hukmên qedexeya berdana bişert digirin nav xwe bên betalkirin.”
Beriya hevdîtina DEM Partî û CHP’ê, dorpêça polîsan a li ser avahiya rêxistina CHP’ê ya Stenbolê ya berê ku weke ofîsa xebatê ya Ozgur Ozel tê bikaranîn, hate rakirin.
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê cara 8’an civiya.