'Bila pêşniyaza Bahçelî ya axaftina li meclisê pêk bê'

  • jin
  • 09:07 30 Îlon 2025
  • |
img

AMED - Jinên endamên DÎAYDER'ê daxwaz kirin ku pêşniyaza serokê MHP'ê Devlet Bahçelî ya ji bo axaftina Abdullah Ocalan li Meclısê were bicîhanîn. 

 
Pêşniyazên Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçeli ku bi daxuyaniyên xwe yên ji nişka ve tevkarî li Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kirin, bi demê re nehatin bicîhanîn. Endamên jin ên Komeleya Alîkarî û Hevgirtina Alimên Olî (DÎAYDER) pêşniyaza Bahçeli ya ku Abdullah Ocalan divê were û di koma DEM Partiyê ya li Meclisê de biaxive bi bîr xistin û xwestin ku ev pêşniyaz werin bicîhanîn. Jinan diyar kir ku êrişên li ser ziman, çand û hebûna kurdan ên di sala dawî de baweriyê qels kirine û xwestin ku ev tavilê bi dawî bibin. 
 
Endama DÎAYDER'ê Esma Aliciyê diyar kir ku dewlet pêvajoya dîrokî ya heyî bi cidî nagire. Esma Aliciyê destnîşan kir ku pêvajo ketiye sala xwe ya yekem û got: "Komîsyonek hatiye avakirin. Diviyabû gaveke dîrokî li wir bihata avêtin, lê dayikên ku bi kurdî diaxivin hatin astengkirin. Wekî din, êrişên li ser sersaxiyan berdewam dikin. Hîn jî bêtehamuliya li hember zimanê kurdî heye. Êrişkirina sersaxiyan gunehekî giran e. Ew îdîa dikin ku Misilman in, lê sersaxî tên astengkirin. Destûr nayê dayîn ku mirov êşa xwe jî bidin der. Divê ev kiryar tavilê werin rawestandin."
 
Esma Aliciyê ku pêşniyaza Bahçelî ya ji bo axaftina Abdullah Ocalan li meclisê bibîr xist û daxwaza pêkanîna vê kir. Alici destnîşan kir ku divê "mafê hêviyê" tavilê were bicîhanîn û got ku azadiya Abdullah Ocalan ne tenê meseleyek e ku bala kurdan, her wiha bala cîhanê jî dikişîne.
 
Endama Komeleyê Sebahat Acarê jî diyar kir ku divê her kes di avakirina aştiyê de berpirsiyariyê bigire ser xwe û got: "Em îro bi rûniştina li malê nikarin aştiyeke birûmet ava bikin. Çawa ku maf nayên dayîn, ew tên standin, aştî jî wisa ye."
 
'BI ZIMANÊ ME RE LI HEV BIKIN'
 
Sebahat Acarê destnîşan kir ku aştî tenê bi têkoşînê dikare were avakirin û got: "Her kes çiqas beşdarî pêvajoyê bibe, aştî dê ew qas xurttir bibe. Di olê de tê gotin, 'Tu kes ji yekî din bilindtir nîne.' Di aştiyê de windaker tune ne. Divê dewlet tavilê girtiyan berde. Divê bihêlin em bi zimanê xwe îbadeta xwe bikin. Bi vê yekê, kes winda nake. Yên ku bi tirkî nizanin guh didin xutbeyên bi tirkî. Quran bi zimanekî an jî bi yek nijadî ve sînordar nebû. Ew ji bo hemû mirovahiyê bû. Ji ber vê yekê, dev ji qedexeyan berdin û bi zimanê kurdî re li hev bikin." 
 
'AŞTÎ, AŞTÎ, AŞTÎ'
 
Endama Komeleyê Fîgen Keleşê banga hewldaneke kolektîf kir ji bo avakirina aştiyek bi rûmet da ku hêsirên dayikan ziwa bibin û careke din negirîn. Fîgen Keleş destnîşan kir ku dewlet li şûna ku gavên berbiçav bavêje, pratîkên xwe yên kevn didomîne û got: "Em dixwazin di hawîrdoreke wekhev, azad û demokratîk de bijîn. Wekî jin, em ê pêşengên vê pêvajoyê bin. Em ê bi jinên azad civateke azad ava bikin. Em dixwazin jiyaneke bedew bêyî dilê dayikan biêşe, bijîn. Em dixwazin ol, nasname û zimanê xwe bi azadî pêk bînin. Û ji bo vê armancê, em dibêjin, 'Aştî, aştî, aştî.'"
 
MA / Fethî Balaman
 
 

Sernavên din

11:40 Hedefa meşa ji Amedê ber bi Enqereyê ve zelal e: Azadiya Abdullah Ocalan
11:20 'Ji bo Kurdî divê gavên yasayî bên avêtin’
10:55 Rêveberekê DAIŞ’ê li Dêrazorê hate girtin
10:54 Xebatên madenvaniyê yên li Wanê gefê li ekolojiya li hewza golê dixwin
10:35 Sezaî Temellî li Meclisê diaxive
10:02 Salih Muslim: Xwestin li NY’ê Şara rewa bikin
09:32 Ji helîkopterê hatibûn avêtin: 5 sal derbas bûn, faîl hêj nehatine girtin
09:12 Piştî êrişên Îsraîlê rewşa Îranê
09:11 Ocalan di salekê de çi peyam dan?
09:07 'Bila pêşniyaza Bahçelî ya axaftina li meclisê pêk bê'
09:06 Esnafa jin a ewil a Gimgimê: Gelek zext li me kirin lê dîsa jî em bi ser ketin
09:00 ROJEVA 30’Ê ÎLONA 2025’AN
29/09/2025
16:42 Ozel: Divê sererastkirinên yasayî di demekî nêz de bên kirin
16:20 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyekî Êzidî revandin
16:19 Baroya Amedê bertek nîşanî TED’ê da: Parastina ziman jêneger e
15:57 Komîsyon dê li rêxistinên hiqûqê guhdarî bike
15:18 Xetereya li ser jiyana Beşîkçî didome
15:06 Doza faîlê Dîlara Gunanayê hate taloqkirin
14:49 Binpêkirinên li Girtîgeha Tekîrdagê: Serî li ÎHÎK’ê dan
14:02 Di lêpirsîna 3 rojnamegeran de biryara neşopandinê hat dayin
13:57 Li Hezexê qeza: Jinekê jiyana xwe ji dest da
13:53 Ji Koleja TED’ê ya li Amedê fermana ‘Tenê dê bi Tirkî bê axaftin’
13:42 Prof. Enzo Traverso: Meseleya Kurd derbasî qonaxeke dîrokî bû
13:34 Li Bagokê liv û tevgera leşkerî
13:24 Dosyaya 11 rojnamegeran ji ber ewraqên kêm paşve hate şandin
12:41 Hêj tenê baskekî ‘Çûka aştiyê’ heye
11:33 Ji bo meşa 1’ê Cotmehê bang: Ji bo azadiyê em dengê xwe bilind bikin
11:28 Şandeya MSD’ê li Liveerpolê ye
09:48 Talana li Gabarê ji hewa ve hate kişandin
09:34 Li Pasûrê demsala serrezê dest pê kir
09:26 Nîzamettîn Toguç: Divê komîsyon tavilê li Ocalan guhdarî bike
09:25 Hevdîtinên şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li Ewropayê didomin
09:04 Xwebûn bi manşeta ‘Waştişê ziwanî polîtîk o’ derket
09:00 ROJEVA 29’Ê ÎLONA 2025’AN
28/09/2025
16:46 Li Kutahyayê erdhej çêbû
15:45 'Dê pêvajo bi pêşengtiya Ocalan bi ser keve’
14:59 Banga ji bo Roboskê: Zagona Heqîqet û Edaletê derxînin
14:57 'Ji bo hevdîtina bi Ocalan re divê Kurtulmuş erka xwe pêk bîne’
13:39 Xetereya li ser jiyana Îsmaîl Beşîkçî didome
13:21 Şîna Firat Kuşak bi girseyî hate ziyaretkirin
13:18 Prof. Mezzedra: Divê ‘mafê hêviyê’ ku Bahçelî behs dikir tavilê bikeve meriyetê
12:12 Bakirhan: Ji bo ‘mafê hêviyê’ divê gav bên avêtin
12:02 Doza Dîlara Gunanayê sibê ye: Hesabê ji faîlên keça min bipirsin
11:40 Serokê Amedsporê: Em ê bêtehemûliya li dijî zimanê me yê dayikê qebûl nekin
11:16 Meral Daniş Beştaş: Divê komîsyon beriya 1’ê Cotmehê biçe Îmraliyê
10:41 Ji Îranê gefa darvekirinê: Rejîm ji hêza jinan ditirse
10:15 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:14 ‘Divê bîlançoya talana xwezayê ya 50 salên dawî bê derxistin’
09:42 Xelkê Semsûrê: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:34 ‘Em ê civaka demokratîk bi jinan re ava bikin’
09:18 DMME’yê ji bo nedayina pirtûkên Ocalan biryara binpêikrinê da
09:00 Jin ji bo meşa ‘azadiyê’ amade ne
09:00 ROJEVA 28’Ê ÎLONA 2025’AN
27/09/2025
16:50 Jin ji bo Rojîn Kabaîşê daketin qadan
15:43 Xwestin girtiyên nexweş Seyad Erîşmîş û Hatîce Yildiz bên berdan
15:34 Kesên di şer de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
15:06 Kamaç: Înîsyatîf dê bibe bingeha Kongreya Neteweyî ya Kurd
14:54 Xizmên windayan li 4 bajaran doza edaletê kirin
13:25 Dayikên Şemiyê ji bo Abdulmecît Baskin edalet xwestin
12:55 Ji Halîde Turkoglûyê banga ji bo meşa TJA'yê: Divê azadiya Ocalan bê misogerkirin
10:10 Ji ber reklama bi kurdî ceza li Amedsporê hat birin
09:41 Di êrişa DAIŞ’ê de 4 QSD'î jiyana xwe ji dest dan
09:09 Kesên ku Ceylan Onkolê qetilkirin 16 sal in nehatine darizandin
09:08 Banga ji bo serlêdana Xelatên Gurbetellî Ersozê
09:08 ŞanoWan, dê bi ‘Xulamê du Xudanan’ derkeve pêşberî şanohezan
09:07 Ji bo meşê bang li jinên Tirkiye û Kurdistanê kir: Em daxwaza jiyana wekhev nû bikin
09:06 ‘Ger aştî çêbibe dê pereyê ji bo şer tê xerckirin li gel vegere'
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2025'AN
08:21 Li Qersê qeza: Kesekî jiyana xwe ji dest da
26/09/2025
19:31 Rojnamevan Celaletîn Yalçin ji girtîgehê derket
16:16 Li Şengalê Cejna Cimayî tê pîrozkirin
16:14 Ji bo meşa dê ji bo Rojîn Kabaîşê bê lidarxistin banga tevlibûn hat kirin
16:13 Kesên bi sûcê tecawiza li dijî zarokê tên darizandin nehatin girtin
15:38 Qeyûmê Mêrdînê şêniyên gundên Şemrexê mexdûr dike
15:24 Dê ‘kapasîteya krîmînal’ a faîlê Gulîzar Yildiz qetil kiribû bê lêkolînkirin
15:24 Ji Kovara LeMan’ê 3 kes hatin berdan
14:46 Rojnameger Yalçin hate berdan
13:48 Kurtulmuş: Hevdîtina bi Ocalan re hêj nehatiye rojeva komîsyonê
12:10 Rojnameger Heval Arslan 4 roj in binçavkirî ye
12:02 Daxwaza tehliyeyê ya Ozer nehate qebûlkirin
12:01 Li ser rêya bi 15 milyon lîreyan hatibû çêkirin xebatên kolandinê dan destpêkirin
11:44 TOHAV dê çalakiya ‘di perwerdeyê de zimanê dayikê’ li dar bixe
11:02 Endamê komîsyonê Çîçek: Muxatab Ocalan e û divê lê were guhdarîkirin
09:59 Komîsyon dê li rêxistinên hiqûqê guhdarî bike
09:08 Ûnvana 'bilindahiyê' ya Gola Masîya ji dest wê çû
09:07 Wan bi qirkirina ekolojiyê hatiye dorpêçkirin: 20 bendav û HES, 18 GES û 2 RES
09:06 Dayika Rojîn Kabaîşê: Bila kiryar bên dîtin û cezakirin
09:04 Piştî ku ferzkirina sîxurtiyê red kir bi malbata wî gef lê xwarin
09:02 Di salên 90'î de dewlet, niha jî Cengîz Holdîng: Koçberiyê li gundiyan ferz dikin
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2025'AN
25/09/2025
18:53 Riza Altûn li mala xwe ya li Tuzluçayirê hat bibîranîn
16:12 Jin li Wanê ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan
15:52 Ji qeyûmê Wanê qirkirina daran
15:51 Der heqê Demîrtaş de dozeke din hate vekirin
15:51 Somayeh Raşîdî li Girtîgeha Qerçaxê jiyana xwe ji dest da
14:50 Dayikên Aştiyê yên Îzmîrê konferansa xwe li dar xist
13:31 Di doza Durdu de daxwaza raporan hate kirin
13:25 Rojnameger Heval Arslan hate binçavkirin
13:24 Gotina ‘Serokê AKP’î yê diz’ sûc hat dîtin
12:30 ‘Hevdîtina bi Ocalan re ji bo aştiya mayinde pêwîstiyek e’