STENBOL - Zimanzan Zana Farqînî bertek nîşanî destûrnedayîna axaftina bi Kurdî ya li komîsyonê û cezakirina Amedsporê ya ji ber reklama bi Kurdî da û got: “Li dijî Kurdî bêtehemûliyek heye. Divê di van mijaran de jî gavên pratîkî yên yasayî biavêjin.”
Zimanzan Zana Farqînî têkildarî astengkirina axaftina bi Kurdî ya li komîsyona li Meclisê û cezayê pereyan ê ji ber reklama bi Kurdî li Amedsporê hatiye birîn axivî. Farqînî, got ku bêtehemûliya li dijî Kurdî nayê qebûlkirin û ev tişt anî ziman: “Armanca avakirina komîsyonê, ji bo hewldana çareserkirina pirsgirêka Kurd e. Di navê komîsyonê de têgehên weke xwişk-biratî, demokrasî û hwd. hene. Dewlet û partiyên îktîdar îdia dikin ku dê ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê gav biavêjin. Lê van bûyeran di gel de şikestin çêkir. Bêrêziyeke mezin li Dayikên Aştiyê kirin.”
Bi domdarî Farqînî diyar kir ku divê Meclis di mijara axaftina bi Kurdî de tavilê gavan biavêje û got: “Divê pirsgirêkan bi zimanê xwe vebêjin. Heke tehemûla axaftina bi Kurdî jî nekin, wê demê dê kîjan pirsgirêk bên çareserkirin? Cezayê ji ber sponsoriya bi Kurdî ya li ser formayê Amedsporê jî mînakeke din a bêtehemûliyê ye. Divê qedexeyên bi vî rengî êdî rabin. Divê dewlet biryarê bide. An dê zîhniyeta xwe ya yekperest bidomîne an jî dê siyaseteke piranîparêz bimeşîne. Di vê mijarê de hewcehî bi avêtina gavên pratîk ên yasayî heye.”
'KOMÎSYON DIVÊ ÊDÎ GAVÊN PRATÎK BIAVÊJE’
Di berdewamê de Farqînî destnîşan kir ku bêdengiya îktîdarê ya li dijî êrişên ser Kurdî nayê qebûlkirin û wiha pê de çû: “Niha pêvajoyek heye û ev daxwaz a wan bû. Wê demê divê pêwîstiyên pêvajoyê bicih bînin û ji bo êrişên ser Kurdî bi dawî bibin helwestekê nîşan bide. Serokê Meclisê jî yasa rêz kir û got bi Kurdî nayê axaftin. Ev komîsyon, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye avakirin. Divê Serokê Meclisê înîsiyatîfê li xwe bigire û civakê bi van tiştan mijûl neke. Divê komîsyon êdî gavên pratîk biavêje. Bi qasî em dizanin di vê mijarê de xebatên wan hene. Hewceye ev yasa dilê gelê Kurd rehet bikin. Divê ji bo çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd û zimanê Kurdî gavên pratîk bên avêtin ku gel ji çareseriyê bawer be. Divê tevgera siyasî ya Kurd û partiyên din daxwazên gelê Kurd bînin ziman. Divê mafên gelê Kurd û xetên wan ên sor bi awayekî cidî bînin ziman. Divê siyasetmedarên me bibêjin ‘em nikarin êdî wekî berê bijîn.’”
'DIVÊ EM JI BO KURDÎ TÊBIKOŞIN’
Farqînî, bi lêv kir ku divê siyasetmedarên Kurd ên di komîsyonê de ne tenê li ser navê gel lê li ser nafê nasnameya xwe jî biaxivin û axaftina xwe wiha qedand: “Endamên komîsyonê jî endamên civakê ne. Lewma divê mafên Kurdan bi zelalî destnîşan bikin. Weke mînak; divê daxwaza ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê, maf û azadiyan divê bibêjin. Madem dê Tirk û Kurd bi hev re bijîn, wê demê divê bibêjin ‘Hûn xwedî kîjan mafan bin em jî dê xwedî wan mafan bin.’ Nabe ku siyasetmedar tenê dirûşma ‘Zimanê me rûmeta me ye, zimanê me nasnameya me ye’ berz bikin. Ev têr nake. Divê pêwîstiyên van dirûşman bicih bînin. Dem êdî ne dema tespîtan, dema daxwaz û çareseriyê ye. Di mijara axaftina bi Kurdî de berpirsyartî dikeve ser milê rewşenbîr, hunermend û pêşengên Kurd. Di vê mijarê de hewcehî bi têkoşîneke xurt heye. Dema êriş ser nirx û zimanê me hatin kirin, divê em reaksiyoneke dij pêş bixin û li dijî vê li her derê têbikoşin.”
MA / Melîk Çelîk