Ocalan di salekê de çi peyam dan?

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Abdullah Ocalan, di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a salekê de, peyamên girîng da gelek derdoran. Di van peyaman de, îşaret bi avakirina civakeke demokratîk hat kirin û banga "vegera li welêt" û avakirina komunan hat kirin.

Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî, di 1'ê Cotmeha 2024'an de li meclisê bi destê parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) girtibû û piştre daxuyanî ji bo  "mafê hêviyê" yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabû. Di ser vê yekê re salek derbas bû. Di vê pêvajoyê de, PKK'ê li ser banga Ocalan kongreya xwe li dar xist û dû re biryar da ku xwe fesix bike û li gorî vê biryarê merasîmeke tunekirina çekan li dar xist. 
 
Di çarçoveya "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" de, paşê li meclisê Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê bi beşdariya hemû partiyan, ji bilî Partiya İYİ, hat damezrandin. Her çend komîsyon xebata xwe didomîne jî, hîn jî ji bo destnîşankirina bingeha qanûnî ya ku Ocalan di çarçoveya pêvajoyê de destnîşan kiriye, tu gav nehatine avêtin. Wekî din, hê jî nediyar e ku hikûmet dê di warê çareserkirina pirsgirêka kurd de gavine çawa biavêje. 
 
Piştî daxuyaniyên Bahçelî, piştî 43 mehên tecrîda mutleq,hevdîtina ewil li Îmraliyê pêk hat. Di hevdîtinê de ya bi parlamenterê Rihayê û biraziyê xwe Omer Ocalan re ku di 22'ê Cotmehê de çêbû, Abdullah Ocalan got: "Ger şert û merc guncaw bin, ez xwedî hêza teorîk û pratîkî me ku vê pêvajoyê ji bingeheke pevçûnî û tundiyê veguhezim bingeheke qanûnî û siyasî."
 
Di 28'ê Kanûnê de, Ocalan bi şandeyeke ji parlamenterên DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder û Pervîn Bûldan pêk dihat re civiya û peyamên girîng der barê pêvajoyê de dan. Hevdîtinên Îmraliyê piştre bi serdanên malbat û parêzeran berdewam kirin.
 
Abdullah Ocalan di hevdîtinan de hem ji bo pêvajoyê û hem jî ji bo beşên cuda yên civakê peyamên girîng da.
 
PEYAMEKE GIRÎNG: DEM DEMA BIRATIYÊ YE
 
Ocalan, di hevdîtina 28'ê Kanûnê de, bi rêya şandeyê vê peyamê da: Ji nû ve xurtkirina biratiya tirk-kurd ne tenê berpirsiyariyeke dîrokî ye, di heman demê de ji bo hemû gelan meseleyeke çarenûsî û lezgîn e. Ji bo serkeftina vê pêvajoyê, girîng e ku hemû derdorên siyasî yên li Tirkiyeyê înîsiyatîf bigirin, bi awayekî avaker tevbigerin û bi awayekî erênî beşdar bibin, bêyî ku bi hesabên teng û demî ve mijûl bibin. Bê guman yek ji platformên herî girîng ji bo van beşdariyan dê Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê be. Bûyerên li Xezeyê û Sûriyeyê nîşan dan ku çareseriya vê pirsgirêkê ku ji ber destwerdanên derve girantir bûye, êdî nayê paşxistin. Beşdarî û pêşniyazên muxalefetê jî ji bo misogerkirina serkeftina vê hewildanê, li gorî giraniya wê, hêja ne.
 
Ez xwedî ehl û biryardariya pêwîst im ku tevkariyeke erênî li paradîgmaya nû ya ku ji hêla birêz Bahçelî û birêz Erdogan ve hatî dayîn bikim. Şande dê vê nêzîkatiyê hem bi dewlet û hem jî bi derdorên siyasî re parve bike. Li ser vê yekê, ez amade me ku gavên erênî yên pêwîst bavêjim û banga pêwîst bikim. Ev hemû hewldan dê welêt bigihîne asta ku heq dike û her wiha dê wekî rêberekî hêja ji bo veguherîneke demokratîk xizmet bike. Ev ji bo Tirkiye û herêmê serdema aştî, demokrasî û biratiyê ye."
 
BANGA DÎROKÎ
 
Di hevdîtina xwe ya bi şandeyê re ya di 23'ê Çile de, Ocalan got: "Hîn rêyeke dirêj li pêşiya me ye. Divê em vê carê bi ser bikevin." 
 
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê di 27’ê Sibatê de bi Ocalan re hevdîtineke dîrokî pêk anî û daxuyaniyeke hevpar da. Ahmet Turk, Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder, Tulay Hatimogullari, Tuncer Bakirhan, Cengîz Çîçek û Faîk Ozgur Erol di hevdîtinê de amade bûn. Girtî Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî di hevdîtinê de cih girtin. 
 
Daxuyaniya ku ji aliyê Ocalan, bi girtiyên din û endamên şandeyê hat dayîn, êvarê li Stenbolê bi raya giştî re hat parvekirin. Daxuyaniyê bi wêneyeke ji civîna dîrokî ya li Îmraliyê hat dayîn.
 
Bangewaziya bi sernavê "Banga Aştî û Civakeke Demokratîk"  wiha hat gotin: Lihevkirina demokratîk rêbaza bingehîn e. Divê zimanê serdema aştî û civaka demokratîk jî li gorî vê rastiyê bê pêşxistin. Banga ku birêz Devlet Bahçelî kir, îradeya ku birêz Serokkomar nîşan da û nêzîkatiyên erênî yên partiyên din ev pêvajo ava kir û ez jî di vê pêvajoyê de banga çekdanînê dikim û ez berpirsyariya dîrokî ya vê bangê digirim ser xwe. Çawa ku her civak û partiya hemdem ku hebûna wê bi darê zorê nehatiye bidawîkirin, hûn jî bi dilxwazî Kongreya xwe bicivînin û biryaran bidin; divê hemû kom çekên xwe deynin û PKK xwe fesih bike. Ez silavên xwe ji hemû kesan re dişînim ku bi jiyana hevpar bawer dikin û guh didin banga min."
 
Piştî daxuyaniyê, Sirrıi Sureyya Onder gotinên Abdullah Ocalan ji şandeyê re vegot: "Bê guman, di pratîkê de, danîna çekan û xwefeisxkirina PKK'ê naskirina siyaseta demokratîk û aliyê qanûnî hewce dike."
 
PEYAMA 8'Ê ADARÊ
 
8 Mart Dünya Kadınlar Günü eylemlerinde Abdullah Öcalan’ın kadınlar için kaleme aldığı mektup okundu. 
 
 
Ocalan di peyama xwe de wiha got: "Vejîna ku wê ji nû ve pêk bê gelek girîng e. Divê jin ne di warê biyolojîk de, divê di warê çand, civakî û dîrokî de bê nirxandin. Wekî ku Simone De Beauvoir jî dibêje; jin ne ji zayînê ye, ji hebûnê ye. Ez ne dijberê evin û zewacê me. Lê, her roj li ser navê evînê cînayetên gelek hov pêk tên. Kesekî evîndar çawa evîna xwe dikuje? Ev ne evîn e. Heya niha gelek jin ji ber pêwendiya bi vî rengî întîxar kirin. Her wiha, çanda azad a jinê heye. Asta ku hatî hûn nêzî vê çandê ne. Jin hewl didin derkevin derveyî sînorên dayikbûyîn û hevjînbûyînê. Lê, hêj jî hûn encax ji sedî 10’ê çanda azad a jinê îdare dikin. A esas ew e ku, divê bi ferasetê şer bê kirin. Pergala civakî ya mêrên serdest her tim ji bo jinan pirsgirêkan diafirîne. Tundî heye, dagirkerî heye, ensestî heye, destdirêjiya zayendî heye, îxtîmala kuştina zarokên keç heye. Di pêşerojê de zarok bên kuştin hûn ê çi bikin? Dema ez behsa çanda Satî dikim, ez balê dikşînim ser vê rastiyê. Divê hûn bi vê çand û ferasetê re şer bikin. Di vî warî de kêmasî û nakokiyên we hene, xwe ji van kêmasî û nakokiyan rizgar bikin."
  
OCALAN BANG LI ÊZIDIYAN KIR
 
Ocalan di vê pêvajoyê de bang li êzidyan jî kir. Ocalan destnîşan kir ku "Ev pêvajo herî zêde wê bibe Ronesansa Êzidiyan" û got: "Divê êzidî di têkoşîna demokratîkbûnê ya li ser bingeha jiyana azad û hevpar û di avakirina civakeke demokratîk de bibin hêzeke çalak."
 
NEWROZ
 
Di 3'1ê Adarê de, ji bo Cejna Remezanê, Ocalan û girtiyên Îmraliyê Omer Hayri Konar, Hamili Yildirim û Veysi Aktaş hevdîtin bi malbatên xwe re kirin. Di vê hevdîtinê de, Ocalan got: "Ez coşa mezin a gelê me di Newrozê de pêşwazîkirina Banga Aştî û Civaka Demokratîk silav dikim. Careke din, ez Newrozê û Cejna Remezanê li gelê me pîroz dikim."
 
PEYAM JI BO ONDER
 
Piştî krîza dil endamê Heyeta Îmraliyê û Alîkarê Serokê Meclîsê Sirri Sureyya Onder, parêzer Ozgur Faîk Erol û Pervîn Buldan di 21'ê Nîsanê de çûn Îmraliyê. Heyetê peyama Ocalan a der barê Onder de parve kir.
 
Ocalan di peyama xwe de got: "Ez dibînim ku her kes diçe nexweşxaneya ku Onder lê dimîne û dilsoziya xwe ya ji bo bîranîna wî radigihîne. Mercê dilsoziyê ew e ku hewldanên wî yên aştiyê bikevin pratîkê."
 
Onder di 3'yê Gulanê de koça dawî kir. Piştre Ocalan peyameke din şand. Ocalan got: "Bi wefata Sirri Sureyya Onder ê xoşewîst xemgîniyek kûr ket ser dilê me. Mirovekî pir bi qimet bû. Ewladekî rastteqîn ê gelan bû. Kevneşopiya Anatoliyê û Turkmenan ewladekî xwe yê mezin winda kir. Hemû civakên erdnîgariya me û gelê me rêhevalekî xwe yê mezin winda kir. Ez rêzdariyek mezin nîşanî bîranînê wî didim. Di banga me ya dawî ku di 27ê Sibatê de hat kirin, hevoka dawî ku me lê zêde kir, bi destê xwe nîşe girtibû. Wî bi xwe xwest vê nîşeyê bixwîne. Li ser navê jiyana aştiyane ya bi hevre ked û jêhatibûnek wî ya mezin hebû. Di aliyê hunera ku geşedanên neyînî bizivîrinê aliyê erenî de xwedî pisporiyeke mezin bû. Ew nasname û çandeke rasteqîn a aştiyê bû. Wî pir baş dizanîbû ku aştî û pêvajoya aştiyê bi me hemûyan dide qezenckirin. Ev xeyal û hezkirineke wî ya pir mezin bû. Ev hêvî tu carî nîvco nayê hiştin. Ji bo me hemûyan ya girîng, divê em vî ruhî biginîn aştiyê. Divê em bi navê Sirri Sureyya Onder tacîdar bikin. Ez careke din li ser bîranîna wî girêdana xwe ya ebedî tînim ziman. Ji bo malbat, dost û heskiriyên wî yên bi qîmet û hemû gelê me ez sersaxiyê dixwazim. Serê me hemûyan sax bî."
 
PEYAMA ALTÛN Û KAYTAN
 
PKK'ê di 12'ê Gulanê de der barê kongreya xwe ya 12'emîn de ku di navbera 5-7'ê Gulanê de hat lidarxistin, daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de ligel biryara fesixkirinê, daxuyand ku ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan (Fuat) û Riza Altun jiyana xwe ji dest dane. Hat ragihandin ku Kaytan di 3'yê Tîrmeha 2018'an de û Riza Altun jî di 25'ê Îlona 2019'an de jiyana xwe ji dest dane.
 
Ocalan di 13'ê Gulanê de der barê Kaytan û Altun de peyamek şand. Ocalan di peyama xwe de got: " Min bi xemginiyeke mezin bihîst ku Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn jiyana xwe ji dest dane. Ez ê piştre der barê bîranîna herdu rêhevalan nirxandineke berfireh bikim, ez niha bi rêzgirtineke mezin wan bi bîr tînim.Di têkoşîna hebûna neteweyî û komunalîteya demokratîk de cihê wan her tim heye. Ji bo paradîgma û sazûmaniya serdema nû weke nirxên bingehîn ên îlhamê ew ê heta bi hetayê rolên xwe bilîzin. Di têkoşîna me de wê weke rêberên mayînde hebûna xwe bidomînin. Bi vê wesîleyê ez biryarên di kongreya 12’emîn a dîrokî de hatine dayîn û peyamên têkildarî demên pêş bi rêzdarî silav dikim."
 
PERSPEKTÎFA KU JI KONGREYÊ RE HAT ŞANDIN
 
Öcalan, ayrıca PKK kongresine de geniş bir perspektif sundu. Serxwebûn Gazetesi, 4 Haziran’da PKK kongresine gönderilen perspektifi duyurdu. Perspektifte yer alan önemli kararlar şöyle oldu:
 
Ocalan, perspektîfeke berfireh ji bo kongreya PKK'ê jî pêşkêş kir. Rojnameya Serxwebûnê perspektîfa ku di 4'ê Hezîranê de ji bo kongreya PKK'ê hatibû şandin weşand. Biryarên sereke yên di perspektîfê de ev bûn
 
“Hevrêyên hêja! Di dawiya 52 sal, mehek û hefteyekê ya dîroka me ya têkoşînê de em bi rengekî fermî serdemeke dîrokî li pey xwe dihêlin. Bi wateyeke hîn şênber em dixwazin ji sosyalîzma bi armanca netewe dewletê derbasî serdemeke dîrokî ya ji sosyalîzma civaka demokratîk bibin. Weke ku dawî û destpêka her tiştî heye. Serdemek, ji ber çar sedemên bingehîn divê bê bihurandin.
 
1- PKK ji ber ku ji aliyê cewherî ve temenê xwe tijî kiriye, divê bi fermî fesix bibe. Mebest ji vê yekê belavbûna reel sosyalîzmê ji ber sedema navxweyî, pêwîstiya bi vekirina rêyeke nû ya sosyalîzmê, rewşa naskirin û pêkhatina nasnameya Kurd e.
 
2- Têkoşîna çekdarî xwe dispêre stratejiyeke bi armanca netewe-dewletê. Ji bo daketina ji vê armancê û derbasbûna li nava bernameya civaka demokratîk divê xwe bispêre hiqûq û siyaseta demokratîk. Lewma pêwîstî pê heye ku dest ji têkoşîna çekdarî bê berdan. Berdêl û bersiva vê jî naskirina mafê siyaseta demokratîk û misogeriya hiqûqî ya yekbûyî ya qewîn e.
 
3- Ji ber ku hevdîtin û diyaloga bi dewletê re di bin fermiyeta PKK'ê de nayê qebûlkirin, pêwîstî bi fesixkirinê heye ku weke hêmaneke girîng bûye rojev. Ev yek weke encameke raya giştî dikare bê dîtin.
 
4- Ji bo serdemeke nû, derbasbûna li nava qonaxa 'Aştî û Civaka Demokratîk' pêwîstî ye. Hem ji aliyê naverokê ve hem jî ji aliyê formê ve weke alternatîfa serdema destpêkê, ez di wê baweriyê de me ku biryarên kongreyê yên li ser bidawîkirinê, civaka demokratîk, siyaset û hiqûqa wê, wê dîrokî be û serketinê jê re dixwazim.
 
Israra li ser mirovahiyê israra li ser sosyalîzmê ye. Sosyalîzma netewe-dewletê têkçûn e, sosyalîzma civaka demokratîk serketin e."
 
OCALAN: ŞÊX SEÎD PAŞDE GAV NEAVÊT
 
Abdullah Ocalan ji konferansa "Di 100'emîn Salvegera Serhildana Şêx Seîdde, Tevgera Azadî, Şêx Seîd û hevalên wî, bîranîn û îtîraza kolektîf" ku di 27'ê Hezîranê de li Amedê hat lidarxistin re peyamek şand.
 
Di peyamê de wiha hat gotin: "Rastiya dîrokî ya ku em di şexsê Şêx Seîd de behsa wê dikin, ji serhildanek an jî serhildêriyeke herêmî wêdetir e. Ev rastî têkoşîneke kevneşopî ya ji bo hebûnê ye ku di bîra kolektîf a gelê Kurd de şopên kûr hiştiye. Ew têkoşîn serhildana civaka Kurd e ku bi bawerî, kevneşopî û îradeyê li dijî zihniyeta yekperest a ferzkirî derketiye holê. Şêx Seîd, wekî pêşengekî di şert û mercên serdema xwe de, berpirsiyariya civakî wergirtiye ser xwe û li dijî polîtîkayên înkarê yên ku îradeya Kurdayetiyê hedef digirtin, helwesteke xurt nîşan daye. Ev serhildana ku di şexsê wî de wateyekê werdigire, ne tenê bertekeke siyasî ye, di heman demê de bertekeke civakî ye jî. Ev bertek îfadeyeke dîrokî ya dilsoziya Kurdan a bi heqîqeta xwe re ye.
 
Siyaseta navendîperest û yek-nasnameyî ya ku di salên destpêkê yên Komarê de hat meşandin, armanc dikir ku gelê Kurd ji hebûna wan dûr bixe. Şêx Seîd got ‘Me edalet dixwest, lê we cezayê îdamê da’ û bi vê gotinê li dijî vê siyasetê dengê gelekî bir heta sêdarê. Ev gotin nîşaneya herî zelal û bi hêz e ku nîşanî me dide ku heqîqet li hember zilmê paşve gav neavêtiye. Her wiha, gotinên wî yên wek ‘Birêz dozger, ka em diçûn bi hev re berx bixwin’ îfadeya komployê ye ku ew pê re rû bi rû maye. Gotinên wî yên wek ‘Bêguman neviyên min wê tola min hilînin’ hêviya berxwedanê ye ku wî ji bo nifşên siberojê hiştiye.
 
Xaleke din jî heye ku divê li vir binê wê bê xêzkirin: Mîna her berxwedaneke dîrokî, serhildana bi serokatiya Şêx Seîd jî, şert û mercên serdema xwe hildigire navxwe. Girêdana wê serhildanê bi têkoşîna azadiyê ya îroyîn re, ne bi romantîzkirina wê, lê bi derxistina dersên binyatî û ji nû ve avakirina berdewamiya dîrokî li ser xeteke azadîxwaz û demokratîk mumkun e. Min ev kevneşopî ji bo veguherîna şoreşgerî ya Kurdbûna azad wek bingeh girtiye dest. Têkoşîna ku ez dimeşînim armanc dike ku mîrata berxwedanê ya watedar a rabirdûyê bi pergala demokratîk, piralî û aştiya civakî ya siberojê re bîne cem hev. Xeta Şêx Seîd dema ku bi paradîgmaya neteweya demokratîk a îroyîn re were hevgirtin, ew ê wateya xwe ya rastîn bi dest bixe.
 
Kurdbûneke azad bi dilsoziya bi dîrok, çand û nirxên exlaqî-siyasî yên gel re mumkun e. Divê gelê me di vê mijarê de baldar be û mîrateya pîroz a ku rêberên dîrokî li dû xwe hiştiye biparêze. Li ser vê bingehê, ez Şêx Seîd û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînim û careke din biryardariya xwe ya ji bo xwedîderketina li nirxên têkoşînê li ser rêya azadî û rastiyê diyar dikim, bi hêviya konferanseke serketî hemî beşdaran silav dikim."
 
PEYAMA JI ŞANDEYA EWROPAYÊ RE
 
Ocalan peyameke nivîskî ji şandeya 39 kesan pêkhatî re şand ku akademîsyen, parlamenter, parêzer û rojnamevan jî di nav de hebûn û ji bo serdana wî ji Ewropayê hatibû Stenbolê.
 
Ocalan di peyama xwe de wiha got: "Ji bo min gelekî bi wate û hêja ye ku hûn ji rêyeke ewqasî dûr hatine, hewl didin lêgerîna azadiyê ya ku di şexsê min de şênber bûye bixin rojevê û di heman demê de hevdîtinê bi min re bikin. Beriya her tiştî vê hewldanê ne tenê weke piştevaniyake şexsî yan jî lêgerîneke azadiyê ya şexsî dibînim; vê yekê weke parçeyek ji îradeya jiyana azad a bi hev re ya gelan û çareseriya demokratîk, aştiya civakî dibînim. Min azadiya xwe ya şexsî tu carî ji azadiya civakî cuda nedît. Ji xwe min timî got, heta ku azadiya civakî pêk neyê, wateyeke rasteqîn a azadiya şexsî wê nebe. Ji ber vê yekê ez vê gava we ji bo paşeroja demokratîk a hevpar a gelên me weke tevkariyekê û bangeke wêrek dibînim. Haya min ji daxwaza we ya ji bo hevdîtinê çêbû. Hêvîdar im ku di rojên pêş de şert û mercên hevdîtineke bi vî rengî bên afirandin. Di vê çarçoveyê de silav û hurmetên xwe pêşkêşî her kesî dikim ên ku ked dan -ne tenê ji bo min, her kesên ku tevkariyê li lêgerîna azadiyê û îradeya demokratîk a gelên me dikin. Bi hêviya ku di rojên azad de, di atmosfereke ku civakeke demokratîk tê avakirin de em bi hev re bên gel hev..."
 
PIŞTÎ 26 SALAN DÎMENA EWIL
 
Yek ji daxuyaniyên dîrokî yên Ocalan, peyama wî ya vîdyoyî ya 9'ê Tîrmehê bû. Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) banga dîrokî weşand. Girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê jî di dema banga dîrokî de li kêleka Abdullah Ocalan in. Ocalan ragihand, "Ez ne bi çekan, baweriya xwe bi hêza siyaset û aştiya civakî tînim. Û ez bang li we dikim ku hûn vê rêgezê bicîh bînin."
 
Ocalan di 28'ê Tîrmehê de bi wasiyê xwe Mazlum Dînç û biraziyê xwe Omer Ocalan re hevdîtin kir û wiha hat gotin: "Birêz Ocalan hêvî û biryardariya xwe ya ji bo aştî û çareseriyeke demokratîk diparêze û destnîşan dike ku 'beşdariya hemû beşên civakê di pêvajoyê de pêwîstiyeke girîng e' ji bo ku pêvajo bi awayekî tekûz pêş bikeve."
 
PEYAMA JI BO MEXMÛRIYAN 
 
Ocalan name ji welatiyên li Mexmûrê re şand. Di nameyê de wiha hat gotin: "Ez di wê baweriyê de me, gelê me yê Mexmûrê çawa ku berê bû stûna bingehîn a têkoşîna me, di pêvajoya avakirina Aştî û Civaka Demokratîk de jî wê bibe xwediyê heman rol û misyona girîng. Wekî hêza dînamîk a vê pêvajoyê, bûyîna xwedî berpirsyarî û pêşengtî kirin, pêwîstiya mîrasa wan a têkoşînê ye. Xaleka hevdîtînên me jî li ser rewşa gelê me yê Mexmûrê ye. Bêguman bi pêşketina pêvajoyê re vegera wan a ser xaka xwe wê çêbibe. Lê belê pêwîste were zanîn ku, divê nêzîkatiyên ferdî û malbatî dernekevin pêş. Em ê meseleyên civakî, siyasî û hiqûqî bi awayek kolektîf bigirin dest û li ser vî esasî ber bi çareseriyê ve biçin. Der barê yên Mexmûr, yên Ewropa û tevahî yên penabertiyê de wiha difikirim: Vegera hemûyan wê kolektîf be û erdnîgariyê em ê hilbijêrin. Dixwazin vegerin? Em wisa hesab bikin ku nîv bi nîv dixwazin vegerin. Divê em vegerê kolektîf bifikirin. Di vê çarçoveyê de silavên min li Mexmûrê bikin. Li ser vî esasî di serî de jin û ciwan silavên xwe û hezkirinên xwe yên kûr û bêdawî ji tevahî gelê Mexmûrê re dişînim.”
 
'PÊDIVÎ BI MUDAXILEYEKE CERRAHÎ HEYE'
 
Endamên Şanda Îmraliyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, ligel parêzer Faîk Ozgur Erol, di 28'ê Tebaxê de bi Ocalan re civiyan. Şandeyê got: "Pirsgirêka ku em pê re rû bi rû dimînin lareşî ye, ku mudaxeleyeke taybet a cerrahî hewce dike û me pêvajo bi hesasiyeteke wisa birêve bir ku em wê bigihînin roja îro. Armanca me ew e ku em her tiştî bikin da ku ev pêvajoya biêş bi dawî bibe." Şandeyê her wiha destnîşan kir ku Ocalan diyar kiriye ku civaka demokratîk, aştî û entegrasyon sê têgehên sereke yên vê pêvajoyê ne û li ser vê bingehê dikare encamek were girtin. Şandeyê got: "Birêz Ocalan her tim entegrasyona li ser bingeha komara demokratîk û civaka demokratîk tercîh kiriye ku têgihîştin û hembêzkirina vê gava stratejîk dê ji bo me hemûyan, ji bo hemû Tirkiyeyê sûdmend be. Wî di vî warî de baweriya xwe ya kûr bi dostaniya ebedî û aştiya di navbera gelan de dubare kir."
 
PEYAM JI BO KOÇBERAN
 
Ocalan rexne li koçberiya ber bi Ewropayê ve jî kir û got: "Ji dêvla Ewropayê, ez ê vir, ango Îmraliyê tercîh bikim. Ez pir eşkere dibêjim: Divê ew deynê xwe yê li hember ax û çanda xwe bidin. Ez wan teşwîq dikim ku wisa bikin. Yek ji armancên min di vê pêvajoyê de ew e ku vegera wan a ji sirgûniyê bo welêt e." 
 
BANGA YEKÎTIYÊ
 
Ocalan peyamek ji konferansa ku ji hêla Navenda Lêkolînên RUDAW ve di 1'ê Îlonê de hat lidarxistin re şand.
 
Di peyamê de wiha hat gotin: "Ger ev pêvajo li Tirkiyeyê bi ser bikeve, çarenûsa tevahiya Rojhilata Navîn dê biguhere; serdemeke nû dê dest pê bike ku şer û wêranî dê bi jiyaneke demokratîk a li ser bingeha aştiyê were guhertin. Tercîha min ew e ku kurd bi dewletên ku derfeta têkiliyên demokratîk û civakî-navendî didin wan re entegre bibin û hevkariyê bikin. Ez vê yekê wekî 'entegrasyona demokratîk-li ser bingeha civaka demokratîk' pênase dikim. Ez pêvajoya ku em niha dimeşînin li ser vê rêgezê ava dikim û ez bawer dikim ku ew ê serketî be. Bi dîtina min, têkiliyên di navbera kurdan de jî divê li ser bingeha yekîtîyeke demokratîk bin. Ez bang li hemû kurdan dikim ku li ser bingehên demokratîk bicivin û bibin yek."
 
Peyama Ocalan di 13'ê Îlonê de li 33'yemîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ku li bajarê Dortmund ê Almanya hat lidarxistin, hat xwendin. Di peyamê de banga "vegera welêt" hat kirin û ev tişt hatin gotin:
 
"Hûn ên ku li Ewropayê dijîn, hûn ji mecbûrî û ji ber zextan çûn wir. Lê bi pêşveçûna pêvajoya ku me daye destpêkirin, vegera we ya li welêt, dê bibe deriyê destpêkeke nû. Tevî hemû zehmetiyan, we bi çand, ziman, ked û hunera xwe rehên xwe parastin; we li ser her zemînê têkoşînê domand. Îro, li welatê me ji bo pêşxistina civakeke demokratîk, pir pêdivî bi ezmûn û hevgirtina we heye ku ji ber têkoşîna we ya li Ewropayê çêbûye. Pêdiviya vî welatî bi azadî, demokrasî û avakirineke civakî ya nû heye. Ev pêvajoya avakirinê dê bi beşdariya kesên li sirgûnê xurttir bibe.
 
Pêvajoya ku em niha ji bo pêşxistina wê dixebitin, pêvajoyek e ku me hemûyan bi rehên me, ax û bîra me ve ji nû ve girêdide. Hevdîtina li festîvaleke çandî li Ewropayê ne tenê çalakiyeke çandî ye, di heman demê de rengvedana vînê ye ku rehên gelê me yê li sirgûnê zindî dihêle. Ji ber polîtîkayên bi zanebûnî, dînamîzma ciwanan a welêt ber bi derveyî welêt ve tê arastekirin. Ji bo pêşîgirtina li vê yekê, divê bernameyeke piralî bê pêşxistin. Di van şert û mercan de, divê têkoşîna li ser axa xwe armanca me ya sereke be. Dema ku em bi hev re bin, çi li sirgûnê be çi jî li welêt be, tu hêz nikare vê meşê rawestîne. Dema ku mîrateya çandî û siyasî ya ku we afirandiye bi têkoşîna ku em li vir dimeşînin re bibe yek, dê di rêya azadî û demokrasiyê de serdemeke nû dest pê bike. Bi hezkirin, bawerî û hevgirtineke bêdawî…"
 
PEYAM JI BO ŞEVA MÛSA ANTER
 
Abdullah Ocalan di peyama xwe ya ji bo 32'emîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Musa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad de ev tişt got: 
 
"Divê atmosfera salên 1970'yî ji perspektîfa kurdan baş were fêmkirin. Înkar di asta herî bilind de ye... Rev di asta herî bilind de ye. Ew heta ji navê kurd jî dûr dikevin; jîngeh di înkarê de ye. Heta behskirina wê jî tê wê wateyê ku we her tişt winda kiriye. Di destpêka salên 1970'yî de, min xwest veguherînek dîrokî bikim. Min gava xwe ya yekem bi çûna komeleyan li Stenbolê avêt. Min biryar da, 'Bila ez peyva 'kurd' bikar bînim,' û min kir. Her wiha li wir min Musa Anter cara yekem dît. Ew cara yekem û ya dawîn bû ku min ew dît.
 
Apê Mûsa pir bi qîmet e, pir hêja ye. Ew yek ji wan kesan bû ku piştî salên 1940'î dengê xwe bilind kir. Dibe ku ew piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn yekane welatparêzê cidî bû. Ew bi tena serê xwe wekî partiyekê bû. Nîv sedsal wekî partiyekê tevdigeriya. Wî partî ava nekir, lê wî hewl da ku bi rêya wêjeyê ji bo kurdan tiştekî bibêje. Di warê wêjeyê de Yaşar Kemal çi be, ew jî ew e. Yaşar Kemal di tirkî de, û ew di kurdî de. Ev pir biqîmet e. Di vê wateyê de, ew xwedan taybetmendiyeke bingehîn e. Ji ber vê yekê, ew ji hêla kontrayan ve hate kuştin.
 
Di dema hevdîtina me ya bi wî re li Stenbolê de, me derfet dît ku em bi hev re bimeşin, her çend kurt be jî. Wî şîret da me: 'Li xwe miqate bin'. Me hewl da ku vê yekê bikin û em hîn jî dikin. Ji wir, em gihîştin vê rojê.
 
Em niha pêvajoyekê dimeşînin ku armanca wê avakirina Aştî û Civakeke Demokratîk e. Serkeftina wê dê hewldaneke dilsoz û hêja hewce bike. Bawerî û hêviya min a serkeftinê pir zêde ye. Divê neyê jibîrkirin ku peyv, dema ku bi rastiyê re werin hevberkirin, pir bi bandor, afirîner û motîvasyonkar in. Bi vê rastiyê, berpirsiyariyek dîrokî ye ku endamên çapemeniyê yên hêja di vê mijarê de roleke berpirsiyar û beşdar bilîzin. Di dawiyê de, ez şehîdên çapemeniya azad bi rêzdarî bi bîr tînim û ji hemû endamên çapemeniyê yên ku hewl didin bi şopandina şopa Mûsa Anter îdealên xwe pêk bînin re serkeftinê dixwazim.
 
Li Îmraliyê piştî navbereke 6 salan hevdîtineke parêzeran pêk hat. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Raziye Ozturk, Îbrahîm Bîlmez û Cengîz Yureklî di 15'ê Îlonê de bi Ocalan re hevdîtin pêk anîn.
 
MA / Bêrîvan Altan 

Sernavên din

11:40 Hedefa meşa ji Amedê ber bi Enqereyê ve zelal e: Azadiya Abdullah Ocalan
11:20 'Ji bo Kurdî divê gavên yasayî bên avêtin’
10:55 Rêveberekê DAIŞ’ê li Dêrazorê hate girtin
10:54 Xebatên madenvaniyê yên li Wanê gefê li ekolojiya li hewza golê dixwin
10:35 Sezaî Temellî li Meclisê diaxive
10:02 Salih Muslim: Xwestin li NY’ê Şara rewa bikin
09:32 Ji helîkopterê hatibûn avêtin: 5 sal derbas bûn, faîl hêj nehatine girtin
09:12 Piştî êrişên Îsraîlê rewşa Îranê
09:11 Ocalan di salekê de çi peyam dan?
09:07 'Bila pêşniyaza Bahçelî ya axaftina li meclisê pêk bê'
09:06 Esnafa jin a ewil a Gimgimê: Gelek zext li me kirin lê dîsa jî em bi ser ketin
09:00 ROJEVA 30’Ê ÎLONA 2025’AN
29/09/2025
16:42 Ozel: Divê sererastkirinên yasayî di demekî nêz de bên kirin
16:20 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyekî Êzidî revandin
16:19 Baroya Amedê bertek nîşanî TED’ê da: Parastina ziman jêneger e
15:57 Komîsyon dê li rêxistinên hiqûqê guhdarî bike
15:18 Xetereya li ser jiyana Beşîkçî didome
15:06 Doza faîlê Dîlara Gunanayê hate taloqkirin
14:49 Binpêkirinên li Girtîgeha Tekîrdagê: Serî li ÎHÎK’ê dan
14:02 Di lêpirsîna 3 rojnamegeran de biryara neşopandinê hat dayin
13:57 Li Hezexê qeza: Jinekê jiyana xwe ji dest da
13:53 Ji Koleja TED’ê ya li Amedê fermana ‘Tenê dê bi Tirkî bê axaftin’
13:42 Prof. Enzo Traverso: Meseleya Kurd derbasî qonaxeke dîrokî bû
13:34 Li Bagokê liv û tevgera leşkerî
13:24 Dosyaya 11 rojnamegeran ji ber ewraqên kêm paşve hate şandin
12:41 Hêj tenê baskekî ‘Çûka aştiyê’ heye
11:33 Ji bo meşa 1’ê Cotmehê bang: Ji bo azadiyê em dengê xwe bilind bikin
11:28 Şandeya MSD’ê li Liveerpolê ye
09:48 Talana li Gabarê ji hewa ve hate kişandin
09:34 Li Pasûrê demsala serrezê dest pê kir
09:26 Nîzamettîn Toguç: Divê komîsyon tavilê li Ocalan guhdarî bike
09:25 Hevdîtinên şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li Ewropayê didomin
09:04 Xwebûn bi manşeta ‘Waştişê ziwanî polîtîk o’ derket
09:00 ROJEVA 29’Ê ÎLONA 2025’AN
28/09/2025
16:46 Li Kutahyayê erdhej çêbû
15:45 'Dê pêvajo bi pêşengtiya Ocalan bi ser keve’
14:59 Banga ji bo Roboskê: Zagona Heqîqet û Edaletê derxînin
14:57 'Ji bo hevdîtina bi Ocalan re divê Kurtulmuş erka xwe pêk bîne’
13:39 Xetereya li ser jiyana Îsmaîl Beşîkçî didome
13:21 Şîna Firat Kuşak bi girseyî hate ziyaretkirin
13:18 Prof. Mezzedra: Divê ‘mafê hêviyê’ ku Bahçelî behs dikir tavilê bikeve meriyetê
12:12 Bakirhan: Ji bo ‘mafê hêviyê’ divê gav bên avêtin
12:02 Doza Dîlara Gunanayê sibê ye: Hesabê ji faîlên keça min bipirsin
11:40 Serokê Amedsporê: Em ê bêtehemûliya li dijî zimanê me yê dayikê qebûl nekin
11:16 Meral Daniş Beştaş: Divê komîsyon beriya 1’ê Cotmehê biçe Îmraliyê
10:41 Ji Îranê gefa darvekirinê: Rejîm ji hêza jinan ditirse
10:15 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:14 ‘Divê bîlançoya talana xwezayê ya 50 salên dawî bê derxistin’
09:42 Xelkê Semsûrê: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:34 ‘Em ê civaka demokratîk bi jinan re ava bikin’
09:18 DMME’yê ji bo nedayina pirtûkên Ocalan biryara binpêikrinê da
09:00 Jin ji bo meşa ‘azadiyê’ amade ne
09:00 ROJEVA 28’Ê ÎLONA 2025’AN
27/09/2025
16:50 Jin ji bo Rojîn Kabaîşê daketin qadan
15:43 Xwestin girtiyên nexweş Seyad Erîşmîş û Hatîce Yildiz bên berdan
15:34 Kesên di şer de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
15:06 Kamaç: Înîsyatîf dê bibe bingeha Kongreya Neteweyî ya Kurd
14:54 Xizmên windayan li 4 bajaran doza edaletê kirin
13:25 Dayikên Şemiyê ji bo Abdulmecît Baskin edalet xwestin
12:55 Ji Halîde Turkoglûyê banga ji bo meşa TJA'yê: Divê azadiya Ocalan bê misogerkirin
10:10 Ji ber reklama bi kurdî ceza li Amedsporê hat birin
09:41 Di êrişa DAIŞ’ê de 4 QSD'î jiyana xwe ji dest dan
09:09 Kesên ku Ceylan Onkolê qetilkirin 16 sal in nehatine darizandin
09:08 Banga ji bo serlêdana Xelatên Gurbetellî Ersozê
09:08 ŞanoWan, dê bi ‘Xulamê du Xudanan’ derkeve pêşberî şanohezan
09:07 Ji bo meşê bang li jinên Tirkiye û Kurdistanê kir: Em daxwaza jiyana wekhev nû bikin
09:06 ‘Ger aştî çêbibe dê pereyê ji bo şer tê xerckirin li gel vegere'
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2025'AN
08:21 Li Qersê qeza: Kesekî jiyana xwe ji dest da
26/09/2025
19:31 Rojnamevan Celaletîn Yalçin ji girtîgehê derket
16:16 Li Şengalê Cejna Cimayî tê pîrozkirin
16:14 Ji bo meşa dê ji bo Rojîn Kabaîşê bê lidarxistin banga tevlibûn hat kirin
16:13 Kesên bi sûcê tecawiza li dijî zarokê tên darizandin nehatin girtin
15:38 Qeyûmê Mêrdînê şêniyên gundên Şemrexê mexdûr dike
15:24 Dê ‘kapasîteya krîmînal’ a faîlê Gulîzar Yildiz qetil kiribû bê lêkolînkirin
15:24 Ji Kovara LeMan’ê 3 kes hatin berdan
14:46 Rojnameger Yalçin hate berdan
13:48 Kurtulmuş: Hevdîtina bi Ocalan re hêj nehatiye rojeva komîsyonê
12:10 Rojnameger Heval Arslan 4 roj in binçavkirî ye
12:02 Daxwaza tehliyeyê ya Ozer nehate qebûlkirin
12:01 Li ser rêya bi 15 milyon lîreyan hatibû çêkirin xebatên kolandinê dan destpêkirin
11:44 TOHAV dê çalakiya ‘di perwerdeyê de zimanê dayikê’ li dar bixe
11:02 Endamê komîsyonê Çîçek: Muxatab Ocalan e û divê lê were guhdarîkirin
09:59 Komîsyon dê li rêxistinên hiqûqê guhdarî bike
09:08 Ûnvana 'bilindahiyê' ya Gola Masîya ji dest wê çû
09:07 Wan bi qirkirina ekolojiyê hatiye dorpêçkirin: 20 bendav û HES, 18 GES û 2 RES
09:06 Dayika Rojîn Kabaîşê: Bila kiryar bên dîtin û cezakirin
09:04 Piştî ku ferzkirina sîxurtiyê red kir bi malbata wî gef lê xwarin
09:02 Di salên 90'î de dewlet, niha jî Cengîz Holdîng: Koçberiyê li gundiyan ferz dikin
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2025'AN
25/09/2025
18:53 Riza Altûn li mala xwe ya li Tuzluçayirê hat bibîranîn
16:12 Jin li Wanê ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan
15:52 Ji qeyûmê Wanê qirkirina daran
15:51 Der heqê Demîrtaş de dozeke din hate vekirin
15:51 Somayeh Raşîdî li Girtîgeha Qerçaxê jiyana xwe ji dest da
14:50 Dayikên Aştiyê yên Îzmîrê konferansa xwe li dar xist
13:31 Di doza Durdu de daxwaza raporan hate kirin
13:25 Rojnameger Heval Arslan hate binçavkirin
13:24 Gotina ‘Serokê AKP’î yê diz’ sûc hat dîtin
12:30 ‘Hevdîtina bi Ocalan re ji bo aştiya mayinde pêwîstiyek e’