Li Şerîaya Rojava herî kêm 26 Filistînî hatin binçavkirin
- rojane
- 12:05 11/9
Li Şerîaya Rojava ku di bin kontrola Îsraîlê de ye, 2 jê şaredar herî kêm 26 Filistînî hatin binçavkirin.
Li Şerîaya Rojava ku di bin kontrola Îsraîlê de ye, 2 jê şaredar herî kêm 26 Filistînî hatin binçavkirin.
Danişîna doza rojnameger Esra Solîn Dal, Mehmet Aslan û Erdogan Alayumat bi daxwaza “temamkirina xisûsên di dosyayê de” hate taloqkirin.
Di danişîna doza rojnameger Ahmet Guneş de ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, biryara beraetê hate dayin.
Dadgeha Îdare ya Herêma Dîlokê, biryara ku destûr nedida polîs Idrîs Aksoy ê bi TOMA’yê zarokê 5 salî Efe Tektekîn qetil kiribû were darizandin, betal kir.
Danişîna doza rojnameger Abdurrahman Gok ku ji ber xebatên xwe yên pîşeyî û îdiayên îtîrafkar Umît Akbiyik tê darizandin, hat lidarxistin. Biryara qedexeya derketina derveyî welat a Gok nehate betalkirin.
Kesên ku di dema derbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê de, li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê bi îşkenceyên giran re rû bi rû man, gotin: "Berxwedanê encam da, destkeftiyên niha yên Kurdan mîrateyeke ji wan rojan in."
Endamê TOHAV'ê Azad Geylanî diyar kir ku ew dixwazin li ser Tirkiyeyê ku li dijî biryara mafê hêviyê radibe, ceza bên sepandin û got: "Bi rastî jî sebra komîteyê didin zorê. Ger gavên berbiçav neyên avêtin, divê komîte helwesteke zelal nîşan bide û prosedurê pêk bîne."
Welatiyên li Kadikoyê, ku nîqaşên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd nirxandin, diyar kirin ku komîsyona ku li meclisê hatiye avakirin erênî ye û gotin ku divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin.
Hevserokê Şaxa MEBYA-DER a Mêrsînê Bahattîn Bektaş bal kişand ser astengiyên li pêşiya sersaxiyê û wêrankirina goristanan û got: "Ev pêkanîn pêvajoyê têk dibin. Divê dawî li van pêkanînên dijdemokratîk bên."
Tirkiye hewl dide hem zextê li Hikûmeta Demkî bike û hem jî hewl dide rê li ber Amerîkayê bixe ji bo tasfiyekirina HSD'ê ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî her cure gefan diparêze.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Kuçukçekmeceyê de Can Holdîng jî di nav de bi giştî dest danîn ser 121 şîrketan. Her wiha dest danîn ser kanalên weke Haberturk û Show TV’yê.
Ji Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Fadil Bedîrhanoglû diyar kir ku divê gelê Kurd li dora nirxên xwe bibe yek û yekitiya xwe misoger bike û got ku yekitiya Kurdan dê tevkariyeke mezin li aştiyê bike.
Meşa ku Egîtîm-Senê xwest bi dirûşmeya "Em perwerdehiya bi zimanê dayikê dixwazin"li navçeya Qoserê li dar bixe, ji aliyê walîtiyê ve hat qedexekirin.
Mehmet Emîn Sîraç ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket,got: "Heya em bigihên armanca xwe dê têkoşîn bidome."