Kesên tev li Newroza Stenbolê bûn: Yên di tecrîdê de israr dikin bila li qada Newrozê binêrin
- rojane
- 11:04 18/3/2024
Zêdetirî milyonek kes tev li Newroza biheybet a Stenbolê bû û daxwaza azadiya fîzîkî ya ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan mohra xwe li pîrozbahiyê da. Welatiyên tev li pîrozahiyê bûn wiha gotin: “Yên ku dixwazin Ocalan tecrîd bikin û ji gelê kurd dûr bixin, bila li vê qelebalixê binêrin û bibînin ku bi ser neketine.”