ŞIRNEX - Di şîna endama YJA Starê Zeynep Kayayê ya li Elkê de peyama “Bîranînên wê em ê di têkoşîna xwe de bidin jiyîn” hate dayin.
Endama YJA Starê Zeynep Kaya (Rojîn Rojhat), di 10’ê Nîsana 2018’an de li qada Xakûrkê ya Herêma Federe ya Kurdistanê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Ji bo Zeynep Kayayê li gundê Qaçanê yê navçeya Elkê ya Şirnexê şîn hate danîn. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û gelek kes bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin re (MEBYA-DER) re çûn serdana şînê.
Girseyê, di têketina gund de dirûşma “Şehîd namirin” berz kir û ber bi mala şînê ve meş li dar xist. Serdan, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre Hevseroka MEBYA-DER a Şirnexê Emîne Akkuş axivî û got: “Elkê, di têkoşîn azadiyê de bedelên mezin dan. Ya dikeve ser milê me jî ew e ku em xwedî li van bedelan derkevin. Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî bîranînên wan di têkoşîna xwe de bidin jiyîn.”
Hevseroka DEM Partiyê ya Şirnexê Taybet Belge jî diyar kir ku ew ê xwedî li van nirxan derkevin û ot: “Me bedelên giran da. Elkê, şahida van bedelan e. Me zarokên xwe yên herî xweşik winda kirin. Em ê di têkoşîna me de bijîn. Birêz Ocalan ji bo aştiyê bangek kir. Divê em jî bi qasî ji dest tê xwedî li vê pêvajoyê derkevin.”
Dayika Zeynep Kayayê, Vahîde Kaya jî diyar kir ku keça wê şehîda Kurdistanê ye û ev tişt anî ziman: “Ew ne tenê keça min e. Ew keça hemû Kurdistanê ye û serê gelê Kurdistanê sax be. Bila serê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sax be. Bijî Serok Apo.”
Serdana şînê piştî kirina duayan bi dawî bû.