Şirketa Nasiroglû yê AKP’yî cezayê ‘gaza qaçax’ li nivîskar birî
- rojane
- 09:59 05/7/2024
Li aliyekî hê birîna cezayên DEDAŞ’ê ku bi îdiaya “ceyrana qaçax” li welatiyan dibire didome, li aliyekî din jî vê carê şirketa Diyargazê ku xwediyê wê parlamenterê AKP’ê ye bi îdiaya “gaza qaçax” 21 hezar lîre cezayê pereyan li nivîskar Hogir Berbir birî.