MÊRSÎN - 13 kesên ji malbata Tamûr ên ku di demên cuda de di şer de jiyana xwe ji dest dane, hatin bibîranîn.
Malbata Tamûr a li Mêrsînê xizmên xwe yên di şer de jiyana xwe ji dest dane, bibîr anî. Malbatê Seyîd Gaydali (Romat), Qeyum Ehmed Tamur, Elîhuseyn Ehmedê Tamur, Qeysî Seyidxelîl Tamur, Xiyaseddîn Tamur (Soro), Hişyar Tamur (Nûcan), Veysel Tamur (Hemze), Atilla Tamur (Serdar), Hacer Tamur (Delîla Gever), Semayê King (Nîgarîn Gever), Perîxan Tamur, Leman Tamur (Dîlan) û Xalid Tamur ên ku di demên cuda de di şer de jiyana xwe ji dest dane, bibîr anî. Bi pêşengiya MEBYA-DER’ê, rêxistinên civaka sivîl û nûnerên partiyên siyasî jî beşdarî bîranînê bûn.
Di merasîma bîranê de dirûşmeya “Şehîd namirin” hat berzkirin. Merasîm, bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Di axaftinan de îşaret bi têkoşîna kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane hat kirin û soza domandina têkoşînê hat dubarekirin.