Kamaç: Înîsyatîf dê bibe bingeha Kongreya Neteweyî ya Kurd

  • rojane
  • 15:06 27 Îlon 2025
  • |
ŞIRNEX - Hevberdevkê Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Mehmet Kamaç, di civîna li Şirnexê de got ku gelê kurd ancax bi tifaqê dikare vê pêvajoyê bi bibe serî.
 
Însîyatîfa Yekîtiya Demokratîk, li Şirnexê bi tevlibûna Berdevkê Însîyatîfê Mehmet Kamaç, gelek endamên sekreteryaya însiyatîfê, rûspiyên eşîran, endamên partiyên siyasî, endamên saziyên bazirganiyê, endamên saziyên hiqûqê, endamên saziyê kedê, hilbijartiyên partiyên siyasî, oldarên û melayên herêmê, keyayên navend û gundan, endamên saziyên ziman û çandê, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJAyê û sedan welatiyan civîna danasînê li dar xist. Civîn li otelek li navenda Şirnexê hate lidarxistin.
 
Civîna danasînê bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Piştî rêzgirtinê Hevberdevkê Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk Mehmet Kamaç derbarê armanca avakirina însiyatîfê de axivî û wiha got. “Dema me dest bi vê xebatê kir armanca me ew bû ku em her kesî têxin nava vê însiyatifê. Bi vê yekê ve girêdayî me xwe gihand her qada civaka Kurd. Me li bakurê Kurdistanê û li bajarên Tirkiye ku Kurd lê dijîn civîn lidar xistin. Gelê me ji bo Kurdbûnê tifaqek ava kiriye û li benda me ye ku em jî tifaqa xwe ava bikin. Yekîtî encax bi hev re dikare pêk were. Bi hin derdor an jî hin kesan pêk nayê. Divê gelê me bi her rengî xwe nava vê însiyatîfê de bibîne. Ev rêxistin ne ya tu aliyên siyasi ye. Ev rêxistin ya gelê Kurd e û tu kes bila ji aliyê xwe ve vê tifaqê nekêşe.”
 
‘DIVÊ EM DÎROKA XWE BIKIN DÎROKA TIFAQÊ'
 
Kamaç diyar kir ku ew ji bo xeyalên Ehmedî Xanî yên yekitiyê tevdigerin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Însiyatîf di nava gel de xebatên xwe berdewam dike. Me li Bazidê konferansa yekitiya Kurd pêk anî. Ev cihê me konferans pêk anî cihek taybet bû. Ji ber ku dewleta tirk gotibû xeyala Kurdan li agiriyê di bin axê de ye. Me xwest em peyamê bidin û bêjin ku daxwaza kurdan ya tifaqa Kurdistanê li Agiriyê zindî ye û li ser piyan e. Ev însiyatîf xeyala Ehmedî Xanî ye, evîna Mem û Zîn e, banga Seyîd Riza ye. Di dîrokê de Kurd ji ber bê tifaqiyê her winda kiriye. Dîroka Kurdan de şikestin hene ê ji ber van şikestinan gelek êş hatiye kişandin. Dema di dîrokê de êrîşî Dêrsimê, Agiriyê, Geliyê Zîlan, Amedê, Helepcê dikirin tifaqa Kurdan hebûya nediarîn ev qad hov bibin. Lê mixabin di dîroka me de tifaq pêk nehatiye.”
 
'TIFAQ DIKARE PÊVAJOYÊ BIBE SERÎ'
 
Kamaç destnîşan kir ku ji bo pêvajoya heyî bi serkeftî bidawî bibe hewceyî bi tifaqê heye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Îro gelê Kurd şiyar bûye û fikir cuda bin jî li dor Kurdbûnê tifaq pêk tên. Em Kurd tu dem nebûne alîgirên şer, lê em tu dem jî teslîm nebûne. Îro pêvajoyek tê meşandin heya îro rv pêvajo yek alî dimeşe. Ji îro pêde em bawerin dewlet jî dê gav biavêje. Ev pirsgirêka bi sedan salan e berdewan dike çareseriya wê jî dê domdirêj be û hewcehiya pêvajoyê bi yekitiyê heye. Weke Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan jî gotiye divê Kurd bi konferanseke çar parçeyan yekitiyê pêk bînin. Em ji we dixwazin ku her yek ji we bibe neferek yê yekitiyê. Ji ber ku heya yekitiya me pêk neyê, em nikarin bigehin atmancên gelê xwe.”
 
Piştî axaftina Kamaç civîn bi pirsan û bersivan bi dawî bû.
 

Sernavên din

16:50 Jin ji bo Rojîn Kabaîşê daketin qadan
15:43 Xwestin girtiyên nexweş Seyad Erîşmîş û Hatîce Yildiz bên berdan
15:34 Kesên di şer de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
15:06 Kamaç: Înîsyatîf dê bibe bingeha Kongreya Neteweyî ya Kurd
14:54 Xizmên windayan li 4 bajaran doza edaletê kirin
13:25 Dayikên Şemiyê ji bo Abdulmecît Baskin edalet xwestin
12:55 Ji Halîde Turkoglûyê banga ji bo meşa TJA'yê: Divê azadiya Ocalan bê misogerkirin
10:10 Ji ber reklama bi kurdî ceza li Amedsporê hat birin
09:41 Di êrişa DAIŞ’ê de 4 QSD'î jiyana xwe ji dest dan
09:09 Kesên ku Ceylan Onkolê qetilkirin 16 sal in nehatine darizandin
09:08 Banga ji bo serlêdana Xelatên Gurbetellî Ersozê
09:08 ŞanoWan, dê bi ‘Xulamê du Xudanan’ derkeve pêşberî şanohezan
09:07 Ji bo meşê bang li jinên Tirkiye û Kurdistanê kir: Em daxwaza jiyana wekhev nû bikin
09:06 ‘Ger aştî çêbibe dê pereyê ji bo şer tê xerckirin li gel vegere'
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2025'AN
08:21 Li Qersê qeza: Kesekî jiyana xwe ji dest da
26/09/2025
19:31 Rojnamevan Celaletîn Yalçin ji girtîgehê derket
16:16 Li Şengalê Cejna Cimayî tê pîrozkirin
16:14 Ji bo meşa dê ji bo Rojîn Kabaîşê bê lidarxistin banga tevlibûn hat kirin
16:13 Kesên bi sûcê tecawiza li dijî zarokê tên darizandin nehatin girtin
15:38 Qeyûmê Mêrdînê şêniyên gundên Şemrexê mexdûr dike
15:24 Dê ‘kapasîteya krîmînal’ a faîlê Gulîzar Yildiz qetil kiribû bê lêkolînkirin
15:24 Ji Kovara LeMan’ê 3 kes hatin berdan
14:46 Rojnameger Yalçin hate berdan
13:48 Kurtulmuş: Hevdîtina bi Ocalan re hêj nehatiye rojeva komîsyonê
12:10 Rojnameger Heval Arslan 4 roj in binçavkirî ye
12:02 Daxwaza tehliyeyê ya Ozer nehate qebûlkirin
12:01 Li ser rêya bi 15 milyon lîreyan hatibû çêkirin xebatên kolandinê dan destpêkirin
11:44 TOHAV dê çalakiya ‘di perwerdeyê de zimanê dayikê’ li dar bixe
11:02 Endamê komîsyonê Çîçek: Muxatab Ocalan e û divê lê were guhdarîkirin
09:59 Komîsyon dê li rêxistinên hiqûqê guhdarî bike
09:08 Ûnvana 'bilindahiyê' ya Gola Masîya ji dest wê çû
09:07 Wan bi qirkirina ekolojiyê hatiye dorpêçkirin: 20 bendav û HES, 18 GES û 2 RES
09:06 Dayika Rojîn Kabaîşê: Bila kiryar bên dîtin û cezakirin
09:04 Piştî ku ferzkirina sîxurtiyê red kir bi malbata wî gef lê xwarin
09:02 Di salên 90'î de dewlet, niha jî Cengîz Holdîng: Koçberiyê li gundiyan ferz dikin
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2025'AN
25/09/2025
18:53 Riza Altûn li mala xwe ya li Tuzluçayirê hat bibîranîn
16:12 Jin li Wanê ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan
15:52 Ji qeyûmê Wanê qirkirina daran
15:51 Der heqê Demîrtaş de dozeke din hate vekirin
15:51 Somayeh Raşîdî li Girtîgeha Qerçaxê jiyana xwe ji dest da
14:50 Dayikên Aştiyê yên Îzmîrê konferansa xwe li dar xist
13:31 Di doza Durdu de daxwaza raporan hate kirin
13:25 Rojnameger Heval Arslan hate binçavkirin
13:24 Gotina ‘Serokê AKP’î yê diz’ sûc hat dîtin
12:30 ‘Hevdîtina bi Ocalan re ji bo aştiya mayinde pêwîstiyek e’
11:41 Fîlozof Rebecca Goldstein ji bo banga Ocalan piştevanî xwest
11:40 ANHA servîsa xwe ya Tirkî digire
11:14 TJA dê ji Amedê bimeşe Enqereyê: Azadiya Ocalan, azadiya me ye
10:54 Coşkun: Guhdarîkirina komîsyonê ya li Ocalan ne tawîz e, mecbûriyet e
09:58 Ezio Menzione: Helwesta dewletê dê di pêvajoyê de diyarker be
09:55 'Ji bo baweriya bi pêvajoyê azadiya Abdullah Ocalan divê'
09:13 Erdogan wekî sala malbatê ragihandibû: Di 9 mehan de zêdetirî 200 jin hatin qetilkirin
09:07 'Diviyabû Komîte ji bo mafê hêviyê guherîneke hiqûqî ferz bikira'
09:06 Ava qirêj a 8 navçeyan diherike Gola Wanê
09:04 Mirina biguman a Rojîn Kabaîşê: Li ser atletê wê xwîna aîdî jinekê hatiye tespîtkirin
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2025'AN
08:34 Elyakut piştî 32 salan hate berdan
24/09/2025
20:19 Şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Almanyeyê hevdîtin bi partiyên siyasî re kirin
20:13 Ji bo beşdariya li meşa ji bo Rojîn Kabaîşê bang
18:39 Hêzên hikûmeta demkî li Hamayê xanî û dikan talan kirin
18:26 Sal û 8 meh cezayê girtîgehê li rojnamevan Kaya hat birin
18:12 Civîna komisyonê bi dawî bû: Em ê raporeke xurt berpêşî meclisê bikin
17:45 Bi girseyî serdana şîna Adem Kûrtay hat kirin
17:38 Îbrahîm Ateş piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:26 MKG’ê bertek nîşanî gefên li rojnamegerên jin hatine xwarin da
16:03 Çelenk: Têgehên Ocalan dê ji bo aştiyê sûdewer bin
15:41 Şînên Ertaş, Işik û Oztan bi girseyî hatin ziyaretkirin
15:40 YSK’ê ji bo kongreya CHP’ê ya Stenbolê biryara domandinê da
14:56 Ayşegul Dogan: Daxwaza civakê gavên şênber e
14:05 YSK dê ji bo kongreya CHP’ê bi awayekî awarte bicive
14:02 Rêxistinên ekolojiyê dê ‘aştiya bi xwezayê re’ pêşkeşî komîsyonê bikin
12:46 Piştî 32 salan karî cihê gorên PKK’iyan nîşan bide: Li pey xwe berxwedan hiştin
12:04 Girtiyê nexweş Kaya sewqî girtîgeheke din kirin
11:59 Danişîna doza Demîrtaş hate taloqkirin
11:32 Gleditsch: Divê şert û mercên Ocalan baş bikin
Budgen: Hewceye ‘mafê hêviyê’ bê cîbicîkirin
11:15 Kurtulmuş: Em ê li ser amadekariyên sererastkirinên yasayî bisekinin
10:32 Dîroka konsera Koma Amedê hate guherandin
10:29 AYM’ê serlêdana ‘binpêkirina mafê jiyanê’ ya ji bo Taybet Înanê red kir
10:07 Şandeya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi şandeya YE’yê hevdîtin kir
09:57 KCDK-E’yê bang li Fransayê kir: Rêzê ji bo îradeya gelê Kurd bigirin
09:55 Îsraîlê êrişî Fîloya Sumudê ya Global kir
09:31 Meclisa Mexmûrê: Kompoloyeke nû heye, xwedî li kampê derkevin
09:29 Komeleya Jinan a Rosayê: Ji bo jiyaneke wekhev divê 'mafê hêviyê' bê bicihanîn
09:28 Berdana nivîskar Turhan ji ber 'pirtûkên nivîsandine' hat taloqkirin
09:26 Şîrketa DÎMÎN'ê bêyî guh bi de hişyariya DSÎ'yê dest bi xebatên lêgerîna madenan kir
09:25 DAD dê li Gimgimê şaxekê veke: Em ê bersiva asîmîlasyonê bidin
09:23 Dayikên Aştiyê: Heya qirkirina daran radiweste divê em nesekinin
09:22 Li endamên META-DER'ê ferzkirina 'sîxurtiyê': Hûn jî dikarin bibin 'Yeşîl'
09:20 Behsa 'Hevrêyê Azadiyê' Riza Altûn kir: Pêşengê berxwedanê bû
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2025'AN
23/09/2025
20:09 Cenazeyê wî piştî 6 salan hat definkirin
19:58 Bi girseyî serdana şîna Agît Ertaş hat kirin
16:44 Ji bo binpêkirinên li Girtîgeha Dumluyê daxwaza lêkolînê hat kirin
16:14 Cezayê Hevşaredarê Colemêrgê Akiş hate betalkirin
13:52 Kampanyaya DEM Partiyê ya 'Em aştiyê dixwazin ji ber ku' mezin dibe
13:08 Daxwaza sereke ya xelkê Rihayê azadiya Ocalan e
12:40 Gelek taxên Wanê bi posterên Abdullah Ocalan hatin xemilandin
12:23 Buroya Hiqûqê ya Asrinê daxuyanî da