AMED - PFDK'ê ji ber dirûşmeya bi kurdî ya li ser formayê Amedsporê, 110 hezar TL cezayê pereyî li Amedsporê birî.
Amedsporê, di dîroka fuybolê ya Tirkiyeyê de yekem tîm bû ku li ser formayê xwe dirûşmeyeke bi kurdî bi cih kiribû. Amedspor ku bi Tezgel Komê re peymana sponsoriyê çêkiribû, bi reklama "Koma me bona we" derketibû maça bi Pendîksporê re.
Federeasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF), ji ber vê reklama ku ji aliyê wê ve hatibû pesendkirin, ceza birî. Lijneya Dîsîplînê ya Fûtbolê ya Profesyonel (PFDK), ji ber bi formayê bi dirûşmeya reklamê ya bi kurdî bi Sakaryasporê re lîst, ceza li Amedêsporê birî. Bi hinceta "li dijî talimata ekipmana sportîf e" 110 hezar cezayê pereyî li Amedsporê hat birî.
Rêveberiya Amedsporê vê yekê wekî "bêtamûlî" bi nav kir û got ku ew ê serî li darazê bidin.