WAN - ŞanoWan dê "Xulamê du Xudanan" ku yek ji lîstikên herî pesindar ên Şanoya Gel a Îtalyayê Commedia Dell'Arte ye, bi kurdî pêşkêş bike. Şanogeran, waniyan vexwendin promiyera lîstikê.
ŞanoWan ku li WANê xebatên xwe yên di warê çand û hunerê de didomîne, dê bi lîstikeke nû, serdema nû pêşwazî bike. Koma şanoyê ya ŞanoWan amadekariya pêşkeşkirina adaptasyoneke bi kurdî ya bi navê "Xulamê du Xudanan" ku yek ji lîstikên herî pesindar ên Şanoya Gel a Îtalyayê Commedia Dell'Arte ye, dike. "Xulamê du Xudanan" ku du meh in amadekariyên wê tên kirin, di nav berhemên herî girîng ên nivîskarê Îtalî Carlo Goldoni de ye. Lîstik ji hêla Zana Jarr ve bo kurdî hatiye wergerandin û derhêneriya wê ji hêla Ferhad Feqî ve hatiye kirin û Berivan Budakbeyoglû jî wekî alîkara derhêner e. Lîstikvanên ŞenoWanê Ferhat Aslan, Eda Çavaş, Ercument Erdemîr, Firat Atilgan, Îlayda Şengol, Nadiya Setvat, Seher Aslan û Welat Hakan Geçîrgen jî dê di lîstikê de cih bigirin.
Çîroka lîstikê wiha ye: "Pantolenyê efendî, biryar daye ku keça xwe bi kurê Dottore, Silvio re bizewicîne. Ji bo vê armancê, ew li mala xwe merasîmekê li dar dixe. Lêbelê, gava Federico Rasponi ku Pantolone berê soz dabû wî ku dê keça xwe pê re bizewicîne, laê paşê pê hesiyane miriye tê dawetê, her tişt tevlihev dibin. ŞanoWan, li şûna karakterên Commedia dell'arte, çanda kurdî bi muzîk, cil û berg û aliyên din, bi her awayî nîşan dide. Pirsa herî bingehîn a lîstikê ev e, 'Xulam kî ye, efendiyê kî ye?'"
Ji şanogeran Ferhat Aslan der barê lîstikê de agahî dan û got: "Ev lîstik komedî ye. Me karakter di vê de tam nelîstine. Me ew li gorî çanda gelê kurd adapte kirine. Me di lîstikê de karakterên kurd lîstin, ne Commedia Dell'Arte. Hin ji karakterên di lîstikê de li vir dişibin hev. Em du meh in ji bo lîstikê amadekariyan dikin. Piştî ku em li vir performansê pêşkêş d-bikin, em ê dest bi gera li Kurdistan û Tirkiyeyê bikin. Em dizanin ku xelkê Wanê jî dê eleqeyê nîşanî lîstikê bide. Em bêtir li ser zimanê herêmî sekinîn. Ji bo cara yekem, me şêwaza Commedia Dell'Arte bi kurdî ceriband. Em ê vê surprîzê di 30'yê Îlonê saet di 7:00'ê êvarî de pêşkêş bikin. Em her kesî vedixwînin lîstika xwe."
Ji lîstikvanan Welat Hakan jî diyar kir ku ew heşt sal in li ŞanoWanê lîstikvaniyê dike û got: "Şano îtalî ye, lê me ew ji bo vir adapte kir. Ez karakterê Florindo dilîzim. Em wê ji temaşevanan re dihêlin ku biryar bidin ka kî efendî ye û kî xulam e. Me peyam ji temaşevanan re hişt. Lîstika me pir xweş e. Em dibihîzin ku êdî gelê me eleqeyeke mezin nîşanî lîstikên kurdî didin û em jî hildiberînin. Ez hêvî dikim ku raya giştî xwedî li şanoya kurdî derkeve."
Promiyera lîstikê dê di 30'yê Îlonê saetd di 7'ê êvarî de li ŞanoWanê bê pêşandan.