ENQERE - Rojanmevan Celaletîn Yalçin ku nêzî 3 sal bûn di girtîgehê bû hat berdan. Celaletîn Yalçin li ber girtîgehê ji aliyê endamên DFG'ê ve hat pêşwazîkirin.
Celaletîn Yalçin ku bi hinceta “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin û nêzî 3 sal bûn di girtîgehê de bû, hat berdan. Celaletîn Yalçin li ber Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Qirşehîrê ji aliyê endamên Komeleya Rojnamegerên Diclê û Firatê (DFG) ve hat pêşwazîkirin.