Alên buroya hilbijartinê yên DEM Partiyê hatin jêkirin
- rojane
- 15:40 20/2/2024
Alên DEM Partiyê yên bi buroya hilbijartinê ya navçeya Kuluyê ve hatibûn daliqandin, ji hêla kesên nediyar ve hatin jêkirin.
Alên DEM Partiyê yên bi buroya hilbijartinê ya navçeya Kuluyê ve hatibûn daliqandin, ji hêla kesên nediyar ve hatin jêkirin.
DEM Partiyê biryar girt ku li Îzmîr, Mûgla û Balikesîr û hemû navçeyên wan bi namzetên xwe bikeve hilbijartinê. Namzetê Hevşaredariyê yê Bajarê Mezin ê Îzmîrê bû Akin Bîrdal.
Namzetê şaredariyê yê Elkê Kamîl Durmuş ê navê wî tevî polîs û xebatkarên raya giştî, bi diziya 643 mîlyon lîreyan ketibû rojevê, bi riya qeymeqam û rayedarên leşkerî, zextê li eşîrên ku deng nadin wan dikin.
Parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 35 meh in tu agahî jê nayên girtin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Astengdarê hiş Mesût Ozdemîr ê du roj berê danê êvarê li Amedê winda bûbû, hate dîtin.
Sînan Sutpak ê 31 sal in di girtîgehê de tê ragirtin û diviya par bihata berdan, bi hinceta “Enerjiya wî ya jiyanê kêm e” nayê berdan.
Dozger, di doza derbarê parlamentera HDP’ê ya barê Çaglar Demîrel a bi hinceta “heqareta serokkomar” hatibû vekirin de , xwest Çaglar beraet bike.
DEM Partiyê bi boneya 21’ê Sibatê Roja Ziman a Dayikê ya Cîhanê bi 7 zimanan komcivîna xwe li dar xist. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan ê di komcivînê de bi kurdî axivî wiha got: "Zimanê me ne zimanekî 'nayê zanîn û nayê fêmkirine'. Zimanê me xeta me ya sor e.Em kurd dixwazin zimanê me bibe zimanê fermî."
Hate diyarkirin ku li Girtîgeha Tîpa F a Unyeyê di şewata duh bi şev li qawişekê derket de 22 girtî û 7 gardiyan bi bandor bûne.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan dê bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê di komcivîna xwe ya heftane de bi kurdî biaxive.
Aktîvist Dr. Thoreau Redcrow anî ziman ku azadiya fizîkî ya Ocalan dê bi xwe re aştiyek mayinde, çareseriyek mayinde ava bike û got: “Destpêkirina muzakereyan dê bibe çareserî ku Komara Tirkiyeyê ji pirsgirêkan xelas bike.”
Şandeya “Çareseriya Pirsgirêka Kurd û Delegasyona Navnetewî ya li Dijî Tecrîdê” ku ewilî serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê kir, ev bang kir: “Em pêkanîna tecrîdê weke binpêkirina hiqûqa navnetewî dibînin. Êdî dem dema berdana Abdullah Ocalan e.”
Li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê di 12 salan de tenê 129 mamosteyên kurdî hatine tayînkirin. Berdevkê Înîsiyatîfa Mamosteyên Kurdî Emîn Ay, diyar kir ku rêveberiya dibistanan ji malbatên ku dixwazin dersa bijarte ya Kurdî hilbijêrin re dibêjin ku 'mamoste tune ne' û bi vî rêbazî bijartina malbatan a kurdî asteng dikin.
Hunermend Alî Sesal û Ramazan Velîecelîoglû ku yek ji îmzevanên danezana "Em Bibin Dengê Aştiyê" ne, diyar kirin ku ji bo di sedsala nû ya komarê de aştiya civakî pêk bê, divê pêşî pirsgirêka kurd bê çareserkirin.
Hevserokên Rêxistina DEM Partiyê yên Esenyûrtê Bahar Karataş û Fatîh Ergun hatin binçavkirin. Polîsan di heman demê de di avahiya navçeyê de lêgerîn kirin.