119 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
- rojane
- 09:07 20/2/2024
Rojnameger Silêman Ehmed di 25’ê cotmehê de ji hêla asayîşa PDK’ê ve hate revandin û 119 roj in tu agahî jê nayên girtin.
Rojnameger Silêman Ehmed di 25’ê cotmehê de ji hêla asayîşa PDK’ê ve hate revandin û 119 roj in tu agahî jê nayên girtin.
Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk daye destpêkirin di roja 86’an de berdewam dike.
Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê berdana 3 girtiyên siyasî ji aliyê Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve bi hincetên wekî “ne amade ye ku bi civakê re bibe yek" û "rewşa nebaş" hat astengkirin. Li girtîgehê bi giştî berdana 11 girtiyên jin bi biryarên lijneyê hatiye taloqkirin.
Bahattîn Aktûgê ku li navçeya Basayê saziyên fermî veguherandiye şîrketa malbatê û bi hemû derfetên dewletê 34 sal in şaredarî kiriye, ji bo vê hilbijartina 31'ê Adarê nebû namzet. AKP’ê kurê Aktûg kir namzet.
Çalakiya ku malbatên girtiyan li Geverê ji ber qedexeyan neçar man navberê bidinê piştî 8 salan jinûve dest pê kir. Endama Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Pinar Zengîn Şen, destnîşan kir ku heta windakirî bên dîtin û faîl werin darizandin dê têkoşîna wan bidome.
Li Wanê bi beşdariya 24 saziyan bi boneya "21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê" meşek hat lidarxistin. Di meşê de wiha hat gotin: "Zimanê me rûmeta me ye."
Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, bi Serokê Şandeya Haşdî Şabiyê Felih el-Feyyad re li Enqereyê hevdîtin pêk anî.
Li Wan, Riha û Stenbolê bernamzetên şaredariyên yên DEM Partiyê bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Hezaran kes tev li vekirinên buroyan bû û peyama “şandina qeyûman” dan.
DEM Partiyê bal kişand bikaranîna madeyên hişbirê û zêdebûna fihûşê ya li Nisêbînê û diyar kir ku li dijî vê tora ciwan û jin dorpêç kiriye dê têkoşîna xwe bidomînin.
Kesên di çalakiyên Nobeta Edaletê yên li gelek bajaran tên domandin de cih digirin, peyam dan ku berxwedana li girtîgehan û derve tê meşandin dê teqez serbikeve.
Berdana girtiyê nexweşê giran Soydan Akay ê 30 sal in girtî ye û 5 sal in di hucreya yekkesî de tê ragirtin, bi hinceta “ne di rewşeke baş de ye” cara duyemîn 6 mehan hate taloqkirin.
Li Amedê duh bi şev ve ji Mesût Ozdemîr ê astengdarê zîhnî agahî nayê wergirtin.
Hate diyarkirin ku ji ber barîna berfa zêde ya li bakurrojhilatê Efxanistanê hezaz çêbûye û herî kêm 25 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Li navçeya Gemlîkê ya Bursayê bi pileya 3.5 erdhej çêbû.