ROJEVA 27'Ê SIBATA 2024'AN
- rojane
- 09:00 27/2/2024
Rojnameger Arîf Aslan û Oktay Candemîr di encama serdegirtinên malan ê li Wanê de hatin binçavkirin.
Li Taxa Xoşeb a navçeya Payîzava ya Wanê otobêsa rêwiyan di bin aşîtê de ma. Kesek jiyana xwe ji dest da û 14 kes jî birîndar bûn.
Girseya ji bo rojnamevan Rohat Aktaş, endamê Meclisa DBP’ê Mehmet Yavûzel û Mazlûm Yeşîl ên dema xwe spartibûn jêrzemîneke li navçeya Cizîrê û hatibûn qetilkirin, bibîr bîne hate astengkirin, bi berzkirina diruşma “Şehîd namirin” meşek li dar xist.
Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari serdana Nobeta Edaletê ya hêla xizmên girtiyan ve tê meşandin kir. Hatîmogullari banga xwedîderketina çalakiyê kir û wiha got: “Heke hêj jî dayika ku zarokê wê di nava kutuya kargoyê de teslîmî wê kirine bibêje ‘ez aştiyê dixwazin’, divê dayikên leşkeran jî vê bibîhîsin.”
Danişîna 23’yemîn a Doza Qetlîama Garê hate lidarxistin. Piştî ku parêzerên bersûcên qetlîamê, heqaret li malbatan kirin, şandeya dadgehê navber da danişînê.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ya di bernameya danasîna namzetan a li Sûltanbeyliyê de axivî, wiha got: “DEM Partî dê ji Stenbolê, Stenbol jî dê ji DEM Partiyê were.”
Rojnamevanên li Stenbolê di daxuyaniya MKG’ê de hatin bahev, ji bo hempîşeyên xwe Dîcle Muftuoglû û Nadiye Gurbuz banga piştevaniyê kirin.
Li Amedê rêxistinên girseyên demokratîk ji bo çareseriya pirsgirêka kurd danezana “Divê em ji nû ve çareseriyê biaxivin” eşkere kirin û ev bang kirin: “Ji bo aştî û çareseriyeke mayînde, divê hemû astengiyên li pêşiya aktoran bên rakirin da ku bi rola xwe rabin.”
Herêma Çiyayê Gabarê ya Şirnexê, cara 5’emîn ji bo 15 rojan weke “Herêma Ewlehiya Taybet” hate îlankirin û ketina wê hate qedexekirin.
Welatiyekî bêmal li Parka Înonu ya Seyhanê, li ser bankê mirî hate dîtin.
Di kana madenê ya li navçeya Paloyê ya Xarpêtê de hezaz çêbû û 4 karker di bin axê de man. 2 karkerên di bin hezazê de hatin xelaskirin xebata ji bo 2 karkerên din hatiye destpêkirin, hêj berdewam dike.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan ê di hevdîtina bi gel re ya li Dêrîkê de axivî, anî ziman ku li dijî “Tifaqa JÎTEM’ê ya li korîdorên tarî yên Enqereyê hatiye avakirin, “tifaqa gel” çêkirine.
Li Kozanê di encama şewata li malakê derketiye de Zeynep Parlak û zarokên wê Sefa û Sezer Parlak jiyana xwe ji dest dan. Bav Mûstafa Parlak ê ji ber dûkêlê bandor bûye jî, rakirin nexweşxaneyê.
219’emîn hejmara Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Ocalan li muxatab digere” derket pêşberî xwînerên xwe.