Silêman Ehmed 125 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
- rojane
- 09:02 26/2/2024
Ji rojnameger Silêman Ehmed ê di 25’ê cotmehê de ji hêla asayîşa PDK’ê ve hate revandin 125 roj in tu agahî jê nayên girtin.
Ji rojnameger Silêman Ehmed ê di 25’ê cotmehê de ji hêla asayîşa PDK’ê ve hate revandin 125 roj in tu agahî jê nayên girtin.
Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk daye destpêkirin di roja 92’yan de didome.
Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Semsûrê Turkan Erkenek û Mehmet Bahatîn Bîlgîn, diyar kirin ku ew ê li Semsûrê li dijî şaredariya rantê şaredariya gel ava bikin û gotin: “Em ê ji bo gelê xwe projeyên xwe yên herî baş pêk bînin. Werin em bi hev re Semsûra herî xweş ava bikin."
Li navenda Sêrtê û navçeya wê ya Dihê buroyên hilbijartinê hatin vekirin. Di vekirina buroyan de peyama “Dem dema berxwedanê ye” hate dayîn û wiha hate gotin: “Em ê şaredariyên xwe bistînin.”
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ê di hevdîtina bi gel re ya li Nisêbînê de axivî, destnîşan kir ku çavên kesên dixwazin çareseriya pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe li 31’ê Adarê ye û got: “Divê em li dijî kesên serê wan li ser sicadeyê ne û aqilê wan li hewayê ye teqez li ser sindoqê bibin bersiv.”
Di Nobeta Edaletê ya li gelek bajaran bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin de peyama domandina têkoşînê hate dayîn.
Xebatên DEM Partiyê yên hilbijartinê didomin. Li Îdirê di dema xebatên hilbijartinê de jinekê wiha ji DEM Partiyiyan re got: “Em ê dengê xwe bidin xwe. Ma em ê bidin kê?”
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari bi deh hezaran kesên tev li mitînga “Azadî û Demokrasiyê” bûn silav kir, xwest Girtîgeha Îmraliyê were girtin û wiha got: “Em dikarin jiyaneke wekhev û hevpar bi hev re ava bikin.”
Di mitînga “Azadî û Demokrasiyê” ya Esenyurtê de gelek caran dirûşma “Bijî Serok Apo” hate berzkirin û posterê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate vekirin.
Siyasetmedarên di “Meşa Mezin a Azadiyê” ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de cih girtin tev li “Mitînga Azadî û Demokrasiyê” ya li Esenyurtê bûn.
DEM Partiyê li Esenyurtê bi tevlibûna bi deh hezaran kesan mitînga “Azadî û Demokrasiyê” li dar xist.
Namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Bajarê Mezin a Enqereyê Gultan Kişanak ji rojnamegerên jin re nameyek şand û wiha got: “Heke pênûsên azad ên baweriya wan bi azadiya jinê, aştiya civakî û rêgezên demokratîk tê nebin, ev têkoşîn dê bi ser nekeve.”
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di konferansa “Di sedsala komarê de elewî” de axivî û got ku polîtîkayên pişaftinê yên li dijî elewiyan bi awayên cuda di meriyetê de ne.
Bi hezaran kes diherikin “Mîtinga Azadî û Demokrasiyê” ya li Esenyurtê tê lidarxistin.