ENQERE - Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî têkildarî pêvajoyê got ku banga Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê ji bo wan diyarker e û xwest Abdullah Ocalan ji bo HSD’ê jî heman bangê bike. Her wiha Bahçelî anî ziman ku divê komîsyon biçe Îmraliyê.
Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe de axivî. Bahçelî, bal kişand ser pêvajoyê û got ku mijara sereke ya pêvajoyê ew e ku aramî çêbibe û bingeheke wê ya bitendurist ava bibe. Bahçelî, got ku ew dixwazin girêkên pêşdaraziyê ji holê rakin û got: “Em dixwazin diyalogên hatine girtin dîsa zindî bikin. Hedef mezin e. Tawîz û teslîmbûn tune ye. Dê çerxa şebekeya xiyanetê ya hundir û derve ku nelihevkirinan zêde dikin û sor dikin were şikandin.”
Bi domdarî Bahçelî anî ziman ku “Tirkiye, di erefeya zayîneke pîroz de ye” û wiha pê de çû: “Dibe ku êşên wê çêbibin, hevfêmkirinên xelet çêbibin, alî aciz bibin û têkilî qels bibin. Lêbelê heke em bi sebir, bi difirehî di xeta hezkirina welat û milet de bibin yek, em dikarin hemû pirsgirêkan çareser bikin. Bes ku jidilbûn û dûristbûn hebe. Dê civîna 14’an a komîsyonê sibe bê lidarxistin. Ji bo sererastkirinên siyasî û hiqûqî divê zemîneke rasteqîn û berfireh ê muzakereyan ava bibe. Her kes xwedî fikran e. Divê li van were guhdarîkirin û nexşerêyeke herî pêbawer bê diyarkirin. Em keyfxweş in ku ev yek tê kirin.”
'RÊBERÊ AVAKER Ê PKK’Ê DESTÊ XWE DANIYE BIN KEVIR’
Li gel ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de ji bo PKK’ê hatibû kirin jî, Bahçelî îdia kir ku ev bang ji bo HSD’ê jî hatiye kirin û got: “Rêbertiya avaker a PKK’ê destê xwe daniye bin kevir. Piştî banga 27’ê Sibatê PKK’ê di 12’ê Gulanê de çekên xwe danî û hebûna xwe fesix kir. Di 11’ê Tîrmehê de komeke PKK’î çekên xwe şewitand. HSD/YPG ên li bakurê rojhilatê Sûriyeyê çek bernedan û bi banga Îmraliyê nekirin. Banga Îmraliyê li gel PKK’ê, her wiha ji bo hemû pêkhateyên terorê yên dabeşkar derbasdar e. Ya ku em jê fêm dikin ev e, şîroveya me ev e.”
'JI BO ME YA DIYARKER BANGA 27’Ê SIBATÊ YE’
Bahçelî, bi domdarî got: “Bendewariya min ev e; bila rêberê avaker ê PKK’ê bila yekser bangekî li HSD/YPG’ê bike û jê bixwaze ku mutebeqeta 10’ê Adarê ya bi rêveberiya Şamê re bicih bîne.”
'DIVÊ KOMÎSYON BIÇE ÎMRALIYÊ’
Bahçelî, anî ziman ku divê komîsyon biçe Îmraliyê û got: “Heke pêwîst bike bila komeke parlamenteran ên di nava Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê de cih digirein biçe Îmraliyê û hevdîtinên rû bi rû bikin, peyaman rasterast guhdarî bikin û bi raya giştî re parve bikin. Li gorî min tu xisûsekî ku xwe ji vê paşve bidin tune ye. Ji bo tişta diyarker, banga 27’ê Sibatê ye. Nûkirina vê bangê, berfirehkirina wê dê ji bo geşedanên bixêr rêveker be.”
Bahçelî, diyar kir ku dê bi reformên siyasî, aborî û hiqûqî re aheng û edaleta civakî pêk bînin û got ew di nava bazariyekê de nînin, ji pêvajoya dan-standinê re bi temamî girtî ne û armanca wan avakirina yekitiya neteweyî û xurtkirina eniya navxweyî ye.