Navnîşana ajansa me hat astengkirin
- rojane
- 21:29 12/3/2024
Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya 1'ê ya Erziromê navnîşana "mezopotamyaajansi35.com" a ajansa me asteng kir.
Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya 1'ê ya Erziromê navnîşana "mezopotamyaajansi35.com" a ajansa me asteng kir.
Namzetên DEM Partiyê, xebatên xwe yên hilbijartina 31'ê Adarê bênavber didomînin.
Hat îdîakirin ku ji bo li Wargeha MYO’yê ya KYK’yê ya Dihê hilbijêrên li navçeyê hatine veguhastin bên bicihkirin, dê di 28’ê mehê de bê valakirin.
Bi boneya salvegera Komkujiya Gaziyê gelek kes tev li bernameya bîranînê bûn û banga “Bila berpirsyar bên darizandin” kirin.
Halîl Şek pîştî 30 salan hate berdan. Şek, li pêşiya girtîgehê axivî û wiha got: "Heta birêz Ocalan azad dibe dê têkoşîna me bidome."
Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji hêla xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê ve hatiye destpêkirin li gelek bajaran didome.
Rêxistinên hiqûqê têkildarî cezayên ji ber pereyên ji girtiyan re hatine şandin li welatiyan hatine birîn, li pêşiya Edliyeya Bayrakliyê daxuyanî da û gotin ku pereşandina ji bo girtiyan sûc nîne û dê li dijî vê neheqiyê dengê xwe bilindtir bikin.
Heverokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di hevdîtina bi gel re ya li Milazgirê de axivî û wiha got: “Her dengê didin AKP’ê, ji bo tifaqa JÎTEM’ê re diçin ku kurd dikuştin.”
Komîteya Amadekar a Newrozê ya Êlihê ji bo pîrozbahiya ku dê di 20’ê adarê de bê lidarxistin banga tevlibûnê kir.
Li navçeya Toroslarê cîgirê midûrê dibistanekê E.O., 3 xwendekarên 13 salî bi awayeke sîstematîk tacîz kir.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari bersiv da gotina serokkomar Erdogan ku digot; “Xwe nedin paş û heqîqetê biqîrin” û ev tişt anî ziman: “Erdnîgariya Kurdistanê heqîqet e Erdogan. Ew der ‘teroristan’ nîne. Tecrîd heqîqet e Erdogan, dermirovtî ye.”
Înîsiyatîfa 78’an a Mêrsînê bi wesîleya salvegera darbeya 12’ê adarê daxuyaniyek da û bang li hikûmetê kir ku bi aqûbeta hatiye jiyîn re hevrû bibe
Komîteya Amadekar a Newrozê ya Depê ji bo tevlibûna pîrozbahiyê ku dê di 15’ê adarê de bê lidarxistin, bang kir.
Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê li pêşiya Turbeya Ehmedê Xanê ya li Bazîdê hatin gel hev û “Stratejî û Polîtîkaya Ziman û Çanda Kurdî” eşkere kirin û ev soz dan: “Ji bo kurdî çi hewce bike em ê bikin.”
Meclisa Demokratîk a Sûriyeyê (MSD) bi boneya 20’emîn salvegera berxwedana Qamişlkoyê daxuyanî da û wiha got: “Ev serhildan li Derayê dest pê kir û hêdî hêdî li herêmên din ên Sûriyeyê belav bû. Veguherî çirûska ewil û bingeha şoreşa gelên Sûriyeyê yên li dijî rejîmê.”