Xelkê Bazarcixê: Me valîzê namzetê AKP'ê amade kiriye, em ê bi DEM Partiyê bi ser bikevin
- rojane
- 09:04 24/3/2024
Hilbijêrên bajaroka Bazarcix a navçeya Dîgorê diyar kirin ku wan valîzê Omer Vargunê ku di hilbijartinên berê de namzetê AKP'ê bû û bi biryara YSK'ê mazbata wergirtibû amade kirine û gotin ku ew ê bi DEM Partiyê şaredariyê bi dest bixin.