ROJEVA 25'Ê ADARA 2023'YAN
- rojane
- 09:00 25/3/2024
Hejmara 223’yan a rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Newroza 2024’an bû bersîva hesabên şaş: Agirê Newrozê li ezman jî vêket’ gihişt ber destê xwînerên xwe.
Li Colemêrgê welatiyê bi navê Yalçin Kaval ê bi hinceta îfadeya wî heye hate binçavkirin, rastî tundiya polîsan hat.
Li Cizîrê ciwan bi dirûşma "Em ê bi berxwedanê serbikevin" heta buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê meşiyan.
Balafirên şer ên dewleta tirk, qada Metînayê ya li herêma Amêdiyê bombe baran kir.
Li navçeya Qilebanê ciwanan pirsên xwe ji namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê pirs kirin. Namzetan jî bersiva ciwanan dan û gotin: “Em ê li dijî her cure polîtîkayên pişaftinê ji ciwanan re qadan vekin.”
Endamên OHD’ê û welatiyên enqereyî ji bo piştgiriyê serdana Emîne Şenyaşar a li ber Wezareta Dadê Nobeta xwe ya Edaletê didomîne, kirin.
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî di şahiya gel de îşaret bi çareserî û tespîtên ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan danîne holê kir û wiha got: “Heke em vîna xwe bi temamî deynin holê, tu hêz nîne ku li pêşiya vê çareseriyê bisekine.”
Parlamenterê DEM Partiyê yê Antalyayê Sarûhan Olûç ê di Newroza Antalyayê ya bi deh hezaran kes herikînê de axivî, wiha got: “Em li pişt Deklarasyona Newroza 2013’an a beriya 11 salan li Amedê hatibû xwendin.”
Nobeta Edaletê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li gelek bajaran hatibû destpêkirin didome.
Amedsporê li sehaya xwe bi Erzîncansporê re lîst û 4-1 têk bir.
Siyasetmedara kurd Leyla Zana di hevdîtina gel a Curnê Reş de axivî û got: “Di 31’ê adarê de xemgîn jî bibin, kêfxweş jî bibin dê kurd bi ser kevin. Dengê we ne tenê ji bo şaredariyan e, ji bo nasname û hebûna we ye.”
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît di hevdîtina bil gel re ya li Erxeniyê de axivî û bang li gel kir ku di 31’ê Adarê de bersivê bidin tecrîda li Îmraliyê.
Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr di pîrozbahiya Newrozê de axivî û got: “Mifteya aştiyê li Îmraliyê ye.”
Bi hezaran kes tev li pîrozbahiya Newrozê ya Enqereyê bûn û di pîrozbahiyê de berteka li dijî tecrîda li Îmraliyê derket pêş.