‘Li Herêma Federe ya Kurdistanê alozî dibe sedema koçberiyê’

  • rojane
  • 09:52 5 Cotmeh 2025
  • |
img

ŞIRNEX- Rojnamevan Mervan Ozdemîr destnîşan kir ku aloziya li Herêma Federe ya Kurdistanê bûye sedema koçberiyê û got: "Êrîşên dagirkeriyê, alozî û bêîstîqrariyê dibin sedema koçberbûna nifşekî ji welatên xwe."

 
Li Herêma Federe ya Kurdistanê di ser hilbijartina 20’ê Cotmeha 2024’an a parlamentoyê de salek bihurî lê hêj hikûmet nehatiye damezirandin. PDK’ê 39, YNK’ê 23, Newê Nû 15 kursî derxist, lêbelê tu partiyekê jî ji bo damezirandina hikûmetê hejmara pêwîst a kursiyan bi dest nexist. Hewce bû ku PDK’ê, hikûmetek hevpeymanî ava bikira lêbelê li ser avakirina hikûmetê partiyên din re lihevkirinek çênebû. Berdevkê YNK’ê Karwan Gezneyî di 25’ê Îlona 2025’an de ragihand ku dê di demek nêzîk de kabîneyeke nû ya hikûmetê li Herêma Kurdistanê were avakirin, lê ev yek pêk nehatiye. Niha geşedanên ku dê bandorek demdirêj li ser herêmê bikin diqewimin, neavakirina hikûmetê li Herêma Kurdistanê jî bêîstîqrariyê gur dike.
 
Mervan Ozdemîr ê ku rojnamevanekî li herêmê ye, diyar kir ku têgihîştina atmosfera kampanyaya hilbijartinê ji bo fêmkirina çima hikûmet nehatiye avakirin pir girîng e. Ozdemîr rave kir ku li Hewlêr û Duhokê, ku PDK lê serdest e, li dijî kampanyayên hilbijartinê astengî çêkiriye, lê li Silêmaniyê, ku YNK jî lê bihêz e, hewl daye ku bi komkirina partiyên muxalefetê yên ji her mezinahîyê rêjeya dengên YNK’ê kêm bike. Ozdemîr diyar kir ku YNK’ê kampanyayek bihêz da destpêkirin û got: "Em ê rejîma otokratîk hilweşînin", lê ev gav serneket û PDK'ê desthilatdariya xwe winda kir. Herwiha Ozdemîr destnîşan kir ku muxalefeta li Silêmaniyê ya ji aliyê PDK’ê ve hatî rêxistinkirin û hewldana darbeyê ya li dijî serokê YNK’ê Bafel Talabanî jî bi vê ve girêdayî ye. 
 
‘PDK, DIXWAZE DI SIYASETÊ DE YNK’Ê TUNE BIKE’
 
Ozdemîr, diyar kir ku PDK armanc dike ku bi rêya muxalefeta li Silêmaniyê, YNK’ê ji holê rake û li wir serdest be û wiha pê de çû: "YNK’ê li dijî vê yekê helwesteke cidî nîşan daye. Hêza xwe ya niha ji helwesta xwe ya erênî ya piştgiriya yekîtiya neteweyî digire. Ji ber bûyerên wekî diyaloga erênî ya ku bi Şoreşa Rojava re danî û bersiva wê ya bihêz a vê dawiyê ya li hember banga rêzdar Ocalan, ew dibe hêzeke girîng. Yek ji sedemên herî girîng ên nekarîna avakirina hikûmetê ya niha ji xwesteka PKD’ê ya ji bo jiholêrakirina YNK’ê tê. PDK dixwaze desthilatdariya xwe ya 40 salî bidomîne. Rastiya YNK’ê ew e ku li dijî vê yekê radiweste."
 
 ‘HIMÛMET NEYÊ DAMEZIRANDIN DÊ BI XWE RE QEYRANÊ BÎNE’
 
Ozdemîr diyar kir ku partî ji bo avakirina hikûmetê li benda hilbijartinên giştî yên Iraqê ne ku di dê di 11’ê Mijdarê de werin lidarxistin û partî bi hêviya bazarkirinê li ser bingeha encamên hilbijartinê û hilbijartinên serokatiyê tevdigerin. Ozdemîr, bal kişand ser encamên neyînî yên têkçûna avakirina hikûmetê û ev tiş got: "Gelê herêma Kurdistanê bi salan e mûçeyên xwe birêkûpêk wernagire. Têkçûna avakirina hikûmetê nîşan dide ku bernameyeke siyasî ya plansazkirî tune ye. Ji ber vê yekê, pêkhateyeke siyasî ku mafên gelê Kurdistanê li dijî Bexdayê biparêze derneketiye holê. Yek ji sedemên hemû pêşketinên neyînî, ji dagirkirina Herêma Kurdistanê bigire heta firotina petrolê û karmendên sivîl ku mûçeyên xwe wernagirin, têkçûna avakirina hikûmetê ye. Ev yek dibe sedema ku mirovên ku berê di gelek qirkirinan de koçber nebûne, koçber bibin. Gelê Kurdistanê ji bo statuya xwe bedelên giran da. Tenê 200,000 kes di Enfalê de hatin qirkirin. Cîhanê Helepçe bihîst. Herêma Kurdistanê tê wateya kesên ku li hember Sedam li ber xwe dan û bedel dan. Kesên ku ji bo xewnên îroyîn canê xwe feda kirin, dikarin bêyî ku careke din bifikirin van axan biterikînin. Têkçûna avakirina hikûmeta Kurdistanê qeyrana aborî tîne. Êrîşên dagirkeriyê, alozî û bêîstîqrarî dibe sedema ku nifşek ji welatê xwe koçber bibe."
 
‘TECRÎDÊ BÊHNA PDK’Ê ÇIKAND’ 
 
Ozdemîr diyar kir ku PDK yek ji piştgirên herî mezin ên "planên hilweşîn û qirkirinê" bû ku bi hilweşîna "Pêvajoya Çareseriyê" ya di sala 2015’an de hatin bicîhanîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ger em îro behsa çareseriyek demokratîk a pirsgirêka Kurd dikin, ev tê wê wateyê ku polîtîkayên PDK’ê, ku bi eşkereyî piştgiriya herî mezin da van êrîşên dagirkeriyê, jî hilweşiyane. Di encama van polîtîkayên tecrîdê de, êrîşên dagirkeriyê pêş ketin. PDK’ê piştgiriya herî mezin da. Îro, em dibînin ku PDK jî di bin tecrîdê de ye. Tecrîdê bêhna PDK’ê çikand." 
 
'PKD’ÎYAN DÎWAR LÊKIRIN'
 
Ozdemîr, bi bîr xist ku avakirina dîwarê di navbera Herêma Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Iraqê de dest pê kiriye û got: "Parêzvanên Sînor ên Iraqê derbarê dîwarê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê çêkirin de daxuyaniyek da û diyar kir ku ti eleqeya wê bi Herêma Federe ya Kurdistanê re tune. Lêbelê, ev rastiyê nîşan nade. Parêzvanên Sînor ên Iraqê ji PDK'ê pêk tên. Ew in yên ku dîwar çêdikin. PDK dikare di gelek mijaran de Bexdayê bike dijber, lê dema ku hewldanek hebe ku birayên xwe yên ji sînorê Rojava xeniqînin bêdeng dimîne. Ger PDK li dijî avakirina dîwar derkeve, divê gavên li dijî wê bavêje. Ger nûnertiyek ji bo Rojava, ku tê tepeserkirin, li Hewlerê were vekirin û ger çapemeniya azad bikaribe li Hewlerê xebata xwe bike, wê hingê em dikarin bibêjin ku PDK xizmeta yekîtiya neteweyî ya Kurd dike. Niha, ev tenê gavên sembolîk in."
 
MA / Emrullah Acar
 

Sernavên din

12:13 Hatîmogullari û Bakirhan bi Mirovên Aqilmen re civiyan
11:59 Piştî 30 salan hat berdan: Em xwedî li banga Ocalan derdikevin
11:58 Îranê girtiyekî Kurd bi darve kir
11:52 Bang ji bo fînala meşê
11:37 Ji meteorolojiyê hişyarî der barê baranê de
11:29 Lijneya Tahkîmê dê 'cezayê ji ber reklama kurdî' vekole
11:03 Hevseroka MEBYA DER’ê ya Şirnexê: Em bi avakirina gorên rûxandî ve aştiyê bidin destpêkirin
10:50 HES, Sûlava Bêgiriyê ziwa dikin
10:08 'Di kampanyayê de daxwaza zimanê dayikê, azadiya Ocalan û aştî derketin pêş'
09:52 ‘Li Herêma Federe ya Kurdistanê alozî dibe sedema koçberiyê’
09:29 Hejmara 136'emîn a Kovara Jinê derket
09:15 Hevserokê KNK'ê: Dê komplo bi yekîtiya neteweyî bi temamî pûç bibe
09:00 ROJEVA 5’Ê COTMEHA 2025’AN
04/10/2025
18:52 Bi girseyî serdana şîna Bûlûş û Bûmîn hat kirin
17:20 Ji bo Komkujiya 10'ê Cotmehê bîranîn
16:57 Tûrhanê ku ji girtîgehê derket: Dem dema bi rêbertiya azad civaka azad e
16:37 Kongra Star: Divê Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî azad bibe
16:08 Li Pîranê şewat
16:01 Şahiya Dîrok, Çand û Gastronomiyê ya Hîlarê dest pê kir
14:56 'Platforma Şiyar Be ya Şirnexê' hat avakirin
14:05 Nagîhan Akarsel li cihê lê hat qetilkirin hat bîranîn
14:00 ÎHD û xizmên windayan li aqûbeta Aslan, Narîn û Gumuş pirsîn
13:27 Şandeya jinan a Rêveberiya Xweser hevdîtinên temam kirin
13:22 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Turgut Yenîsoy pirsîn
12:48 Jinan li Dîlokê Hakî Karer li cihê lê hat qetilkirin bibîr anîn
11:37 DFG: Bila kesên Nagihanê qetil kirin bên eşkerekirin
11:07 Ji Pexşan Ezîziyê bersiv ji bo DYA'yê: Divê dest ji gurkirina komkujiyan berde
11:01 Ocalan zêdetirî 26 sal in di şert û mercên ji îşkenceyê wêdetir de tê girtin
09:49 Abdullah Ocalan: Pêşveçûna pêvajoyê bi pêwistiyên siyasî û hiqûqî ve giredayiye
09:44 Xwendekarên Zanîngehê li gel xwendinê ji bêgavî dixebitin
09:33 Ji ber ziwabûnê randiman kêm bûye
09:17 Muteahîdê ku bû sedema mirina 39 kesan li Zîlanê xwezayê talan dike
09:09 Ji Hamasê der barê 'plana Xezeyê' de daxuyanî
09:04 Girtiyan dixin hucreyan û bi dedektroan li ser wan digerin
09:00 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2025'AN
03/10/2025
19:09 Bi girseyî serdana şîna Bariş Bor hat kirin
16:40 Îlham Ehmed ji meşê re peyam şand: Di her gavê de em bi we re dimeşin
16:35 Li Êlihê dê mitînga ‘Civaka demokratîk û azadiyê’ bê lidarxistin
16:14 Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
16:12 Tulay Hatîmogûllari: Divê girtiyên siyasî bên berdan
Tuncer Bakirhan: Biryarên DMME’yê divê bên cîbicîkirin
14:41 Li Konyayê qeydên dersên Kurdî dest pê kir
13:34 DEM Partî: Li gorî biryarên DMME’yê divê girtiyên Doza Kobanê bên berdan
12:25 Meşvanên azadiyê: Dê vê pêvajoyê jin temam bikin
11:41 Rapora DFG’ê ya Îlonê: Binçavkirin, girtin, lêpirsîn, doz û astengkirin domiyan
11:14 ENAG: Enflasyon di Îlonê de ji sedî 3.79 zêde bû
TUÎK: Enflasyon di Îlonê de ji sedî 3.23 zêde bû
11:12 Jin li Amarayê ne: Meşa me ya dîrokî dê encam bigire
10:43 Kadriye Dogan: Ji bo aştiyê divê ‘mafê hêviyê’ bê cîbicîkirin
10:28 Şandeya DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
10:04 Di hucreyeke yekkesî de hewldanên çareseriya demokratîk
09:54 Antropolog Sîbel Ozbudun: Tirkiye hêj jî meseleyê weke pirsgirêka ‘terorê’ dibîne
09:08 Hevgirtina enternasyonal: Gotarên Nagihan Akarselê li zimanên din hatin wergerandin
09:07 Nerîman Ozcan a hevjînê wê û du xizmên wê hatin kuştin: Înfazeke plankirî bû
09:03 Dayikên Aştiyê: Şerta aştiyê azadiya Abdullah Ocalan e
09:02 Li Agiriyê dema silqokê: Kîloyek silqok ne bi qedeheke çayê ye jî
09:01 Kolanên Wanê: Divê komîsyon li Ocalan guhdarî bike û li dijî Rojava şer neke
09:00 ROJEVA 3’YÊ COTMEHA 2025’AN
02/10/2025
23:49 Jinên êzidî bersiva peyama Ocalan dan: Têkoşîna me xurttir bû
23:21 Meşvanên jin li Xelfetiyê kargeh li dar xistin
17:03 Meşvanên jin li Xelfetiyê ne: Azadiya Rêbertiya me xeta me ya sor e
16:55 Di doza Narîn Guranê de 3 kes hatin tehliyekirin
16:54 Hevserokên OHD’ê di komîsyonê de axivîn: Ji bo demokratîkbûnê ‘mafê hêviyê’ girîng e
16:31 Di Behra Marmarayê de erdhej çêbû
16:17 Îtîraza rojnameger Dîcle Muftuoglû hate redkirin
16:06 Tevdîra kontrola edlî ya rojnameger û siyasetmedaran hat rakirin
14:26 Hiqûqnas Gulseren: Divê sererastkirinên mewzûatê bixin rojeva xwe
13:48 Sifreya 300 sal in li Gundikê Melê tê danîn: Tamtamûk
13:27 Jin di ‘Rêya Azadiyê’ de meşiyan
13:17 Hikûmeta demkî êrişî derdora Bendava Tişrînê dike
13:11 Foza Yûsif ji bo meşvanên jin peyam şand: Dema azadiya Rêber Apo ye
12:19 'Em ê pêşniyaran di demekî herî kin de pêşkeşî Lijneya Giştî ya Meclisê bikin’
12:15 Meşvan çûn serdana goristanê: Em minetdarên wan in
11:29 Rojnameger Mûrat Verîm hate berdan
11:23 Îsraîlê êrişî Fîloya Sumudê kir: Zêdetirî 200 kes hatin binçavkirin
11:22 Bi hemû kitekitên xwe pêvajoya komploya navneteweyî
10:34 Ji bo mirina di hucreya yekkesî de biryara neşopandinê dan
10:15 Dîroknasê Fransî Ducange: Têkoşîna hebûnê ya Kurdan jinedîtî ve tê
10:01 Serokê eşîra Ereb Sebxayê El Suhan: Em di nava HSD'ê de ne
10:00 Bandoreke mezin li ser jiyana mirovan kir: Sîxûrên MÎT’ê Nagihan hedef girtin
09:21 'Dubendiya komîteyê hêzê dide kesên bi kêfî hiqûqê binpê dikin'
09:20 Hevseroka KCDK-E'yê Zubeyde Zumrut: Divê dewlet demildest gavên qanûnî biavêje
09:19 Ji ber parvekirina têkildarî Haci Lokman Bîrlîk cezayê hefsê dan
09:04 Welatiyê ku 46 sal in bê 'nasname' ye dê bê dersînorkirin
09:03 Li Serhedê eleqeyeke mezin ji bo kampanyaya 'Ez aştiyê dixwazim ji ber ku' heye
09:01 Golên Arçak û Sixkeyê ziwa dibin
09:00 Ji Çorûmê ew anîn, li Wanê 6 peywiran 'bi rêve dibe'
09:00 ROJEVA 2’YÊ COTMEHA 2025’AN
01/10/2025
17:03 Hevdîtina DEM Partî, MHP, Erdogan û Kurtulmuş bi dawî bû
16:58 Erdogan: Em baş di ferqa wê de ne ku pêvajoyeke hesas e
15:45 DEM Partî, MHP û Erdogan hatin gel hev
15:41 Li Çiyayê Cûdî şewat derket
15:40 Meclisa Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê: Divê hikûmeta demkî sozên xwe bicih bîne
15:31 Jin bi meşaleyan ji Amedê ber bi Enqereyê ve hatin oxirkirin
15:30 Li Cizîrê welatiyek bi lêdanê hate binçavkirin
14:17 Rêxistinên jinên Êzidî têkildarî ‘Şengalê’ Bexda hişyar kir
14:08 Semra Guzel nehat tehliyekirin
13:54 Ji Hondurasê banga ji bo piştevaniya bi gelê Kurd re
12:48 Bakirhan: Em di qonaxeke ku gav bên avêtin de ne, ev qonax dê bibe wêneyê jidilbûnê
12:14 ‘Meşa azadiyê’ ya jinan dest pê kir: Ji b aştiyê li Ocalan guhdarî bikin
11:00 Careke din ceza dan Amedsporê
10:42 Li Herêma Federe ya Kurdistanê krîza ‘hikûmetê’: PDK naxwaze kes bibe şirîkê îktîdarê