ENQERE – Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, bi endamên Şandeya Mirovên Aqilmend ên “Pêvajoya Çareseriyê” re civiyan.
Hevsreokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, bi endamên Şandeya Mirovên Aqilmend ên ku di pêvajoya 2013-2015’an de bi navê "Pêvajoya Çareseriyê" hatibû binavkirin de cih girtibûn, re civiyan. Li ser hesabê medyaya dijîtal a DEM Partiyê wiha hate gotin: "Hevserokên me Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan bi rewşenbîr û nivîskarên ku di Şandeya Mirovên Aqilmend de cih girtin û beşdarî Pêvajoya Çareseriyê ya 2013-2015’an bûbûn re civiyan. Rewşenbîr û nivîskarên di nava şandeyê de ji bo rê li ber dubarebûna xeletiyên di pêvajoya berê de hatine kirin, bê girtin nirxandin û pêşniyarên pir girîng derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de kirin."