AMED – Lijneya Tahkîmê ya TFF'ê, itiraza li du car cezayên pereyî yên ji ber reklama kurdî li Amedsporê hat birin, qebûl kir û biryar da ku serlêdanê vekole.
Lijneya Dîsîplînê ya Fûtbolê ya Profesyonel (PDFK), îtiraza li cezayê pereyî yê ji ber reklama kurdî ya "Koma me bona we" ya firmaya Tezgelê li Amedsporê hatibû birîn, qebûl kir. Lijneya Tahkîmê, serlêdana îtirazê ya Amedsporê ku ji bo maçên bi Sakarya û Sariyerê re du caran 110 hezar TL lê hatibû birin, qebûl kir û biryar da ku serlêdanê vekole.