ENQERE - Komîsyona Polîtîkayên Perwerdehiyê ya DEM Partiyê diyar kir ku daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê, hîmeke bingehîn a têkoşîna aştî û hevwelatîbûnê ye.
Komîsyona Perwerdehiyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), têkildarî 5'ê Cotmehê Rojan Mamosteyan a Cîhanê, bi nivîskî daxuyaniyek da. Komîsyonê ragihand ku mûçeyên mamosteyan di binê sînorê xizaniyê de ye û nerazîbûn nîşan da ku siberoja mamoste, xwendekar û civakê tê desteserkirin.
Komîsyonê ku got "Pergala perwerdehiyê demeke dirêj e di bin zexta polîtîkayên yekperest û otorîter de ye", diyar kir ku li şûna perwerdehiyeke demokratîk û zanistî pêlên îslamî ya siyasî, nijadperestî û asîmîlasyon tê ferzkirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em girîng dibînin ku li ser bingeha hevwelatîbûnê jiyaneke civakî ya sekuler bê avakirin, polîtîkayên ji bo vê yekê bêne nîqaşkirin û rêyên çareseriyê bêne peydakirin. Birêxistinkirina perwerdehiyê li ser bingeha maf û mafê perwerdeya bi zimanê dayikê em weke mijarên herî girîng dibînin."
DEM Partiyê xwest, mewzûata yekperestî ya sedsalî ku nsaname û çandên cuda tine dihesibîne bê guhertin û hemû qanûnên ku cihêkariyê xwedî dikin bêne guhertin.
DEM Partiyê got: "Xwegihandina li aştiyê, bi avakirina civakeke aştiyane dibe" û ji bo vê jî bang kir ku dest ji pêkanîn û kiryarên antî demokratîk ên berê bên anîn.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Ji bo aştiyê divê hemû astengiyên li pêşiya jiyana bi hev re ya welatiyên azad a ji çand û nasnameyên cuda ji holê bêne rakirin. Rêyeke din a avakirina civaka demokratîk nîne." Di daxuyaniyê de ev daxwaz hatin kirin:
"* Mufrefat li gorî esasên zanistî, laîk, demokratîk û pir zimanî jinûve bê sererastkirin.
* Mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê bi destûra bingehîn bê misogerkirin.
* Divê dawî li polîtîkayên nijadperest, asîmîlasyon û paşverû bê anîn."