* Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamûs diyar kir ku komploya navneteweyî ya ku 27 sal berê li dijî Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin negihîştiye armanca xwe û got: "Komplo bi yekîtiya neteweyî wê bi temamî bê pûçkirin."
* Hevberdevkê DEM Partiyê yê Stenbolê Çetin Yildiz, diyar kir ku di kampanyaya “Ez azadiyê dixwazim” de daxwaza zimanê dayikê, azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û aştiyê derketiye pêş.
*Rojnamevan Mervan Ozdemir destnîşan kir ku aloziya li Herêma Federal a Kurdistanê bûye sedema koçberiyê, rexmê ku nêzîkî salek di ser hilbijartinê re derbas bûye jî û got: "Êrîşên dagirkeriyê, alozî û bêîstîqrariyê dibin sedema koçberbûna nifşekî ji welatên xwe."
* Meşa bi dirûşma “Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin” ku ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) hatiye destpêkirin dê di roja 5’emîn de li Mersînê bidome. (14.00-20.00)
* Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari dê beşdarî mîtînga li navçeya Samandag a Hatayê ya bi dirûşma "Em axa xwe diparêzin" bibe. (15.00) ZINDÎ
* Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê di çarçoveya "Civînên Aştî û Civaka Demokratîk" de li navçeya Gazîemîr a Îzmîrê bi karsazan re bicive. (18:00)