ENQERE - Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel diyar kir ku bi vekirina Meclisê re êdî divê sererastkirinên yasayî bilez û bez bên kirin.
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel beşdarî bernameyeke televîzyonê bû û têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk axivî. Ozel, got ku divê bilez sererastkirinên yasayî bên kirin û anî ziman ku pêvajoya heyî firsend e.
Ozel, da zanîn ku geşedanên li Sûriyeyê kir ku avakirina komîsyonê hinek dereng vemîne û got: “Pêvajo bi demê re vehêland. Niha pozîsyoneke komîsyonê ku tenê guhdarî dike heye. Lê ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê lîsteyeke dirêj li pêşiya me heye. Di serê lîsteyê de jî rewşa girtiyên nexweş û hikûmxwaran ên ji her nêrînekê heye. Ji bo van kesan sererastkirinên bilez pêwîst e. Piştre jî divê qanûna têkildarî tayînkirina qeyûman bê sererastkirin. Ev çima xwe li benda Sûriyeyê digirin, çi eleqeya wan bi meseleya me heye? Bi qasî dinyayekê kes li benda sererastkirina di rejîma înfazê de ne. Divê di vê mijarê de xebat bên kirin. Xalên ku van tevekan bilez sererast bikin hene. Bi vekirina Meclisê re li gorî me divê bilez sererastkirinên yasayî bên kirin. Di vê mijarê de CHP dê her tim piştgiriyeke çalak bide.”
'KOMÎSYON KOMÎSYONA MILETÎ YE’
Di berdewamê de Ozel bal kişand ser rexneyên ji ber tevlibûna komîsyonê li CHP’ê tên kirin û wiha pê de çû: “Ev komîsyon ne tenê komîsyona AKP û MHP’ê ye. Komîsyona meclisê, ya miletî ye. Her çend fikrên me ji hev pir cuda jî bin bi wekîlan re li ser heman maseyê rûdinin. Ji ber ku ew Meclis wêneyê Tirkiyeyê ye. Ji ber hurmeta em bo dengê gel digirin em mecbûr in li wir bin. Li wir meseleyeke vehêlandina bi demêr e heye. Divê îktîdar vê mijarê îzeh bike. Heke ev firsend ji dest biçe, êdî nediyar e dê dîsa bi dest keve.”