NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê li Efrînê welatiyekî Êzidî yê 70 salî revandin.
Komên paramîlîter ên girêdayî Dewleta Tirk, kiriyarên xwe yên weke revandina sivîlan û zextên ser welatiyan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin. Li gorî agahiyên Navnda Belgekirina Binpêkirinên li Efrînê, welatiyê Êzidî yê 70 salî Fewzî Ehmed Elî ku li gundê Basûfanê yê navçeya Şerewa ya Efrînê dijiya, bi sedema ku pere nedaye komên paramîlîter, hatiye revandin.
Navendê da zanîn ku aqûbeta welatiyê Êzidî yê hatiye revandin nayê zanîn.