ENQERE - Mafên tenduristî, ragihandin, perwerde, çandî û tehliyeyê yên girtiyênl i Girtîgeha Hejmar Hejmar 2 ya Tîpa F a Tekîrdagê tên ragirtin bi awayekî sîstematîk tên binpêkirin. DEM Partiyê têkildarî mijarê serî li ÎHÎK’ê da.
Mafên tenduristî, ragihandin, perwerde, çandî û tehliyeyê yên girtiyên li Girtîgeha Hejmar Hejmar 2 ya Tîpa F a Tekîrdagê tên ragirtin bi awayekî sîstematîk tên binpêkirin. Di dema tedawiyê de kelemçekirina destan li girtiyan tê ferzkirin û bi vî awayî girtî ji mafên tenduristiyê bêpar tên hiştin.
Li gorî rapora Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB), giliyên têkildarî kelemçekirina destan a di dema tedawiyê de ji Îzmîrê ber bi Tekîrdagê ve zêde bûne. Ji girtiyên siyasî Tahir Aktan, ji sala 2023’yan ve ji ber nexweşiya di destê xwe yê çepê de nayê tedawîkirin û xetereya encamên jêneveger heye. Girtiyê siyasî Suleyman Ucakan jî di 26’ê Tebaxa 2025’an de ji ber êşa singê xwe sewqî nexweşxaneyê hate kirin lêbelê ji ber ferzkirina kelemçeyê, bêyî tedawî bibe vegeriya. Li heman girtîgehê Îbrahîm Aşkan di 13’ê Tebaxê de, Yilmaz Yildiz di 10’ê Îlonê de ji ber êşa diranan sewqî nexweşxaneyê hatin kirin lê bi heman sedemê nehatin tedawîkirin. TTB’ê diyar kir ku bi vê sepanê re têkiliya nexweş-bijîşk tê binpêkirin û divê tedawî bêyî kelemçeyê bên kirin. Ji ber ku sepaneke bi mebesta şikandina îradeya girtiyan e, rastî gelek rexneyan tê.
MAFÊ TELEFONÊ TÊ XESPKIRIN
Li gorî xala 25’an a Qanûna Têkildarî Înfazkirina Cezayê û Tevdîrên Ewlehiyê ya Hejmar 5275’ê, hikûmxwarên muebbeda girankirî her 15 rojan carekê 10 deqeyan li ser telefonê dikarin biaxivin. Lêbelê girtiyê bi navê Umît Akgumuş ê li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Tekîrdagê tê ragirtin, nekarî di 6’ê Hezîrana 2025’an di Cejna Qurbanê de li ser telefonê bi malbata xwe re biaxive û ji bo vê jî hinceta “Di heman rojê de ji carekê zêdetir derketiye derve” hate nîşandan. Bi hinceta pirsgirêkên teknîkî yên binesaziyê gelek caran hevdîtin tên qutkirin û heta telefon sererast dibin jî 30 deqe derbas dibin. Her çend Wezareta Dadê ji bo Cejna Qurbanê ya 2025’an ragihandibe ku mafê hevdîtina ser telefonê heye jî, di pratîkê de ev maf tê binpêkirin.
‘STATUYA BOMBEÇÊKER’ RÊ LI BER CIHÊKARIYÊ VEDIKE
Saziyên mafên mirovan, di raporên xwe de destnîşan kirin ku girtiyên di dosyayên wan de îdiaya “bombe/madeyên teqemeniyê” derbas dibin, rastî binpêkirina mafê wekheviyê tên. Ev girtî, bi fermana Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan ji girtiyên din li cihekî cuda tên ragirtin. Ratîbe Batmaz a li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F a Kocaeliyê tê ragirtin ji bo guherandina odeya xwe û çalakiyên civakî serlêdan kiribû û di biryara 29’ê Gulana 2025’an de (Ya hejmar 2025/893) bi hinceta “pispora teqemeniyên dest” ev serlêdan hate redkirin. Mafên spor, sihbet û têkilîdanînê yên Ahmet Surme, Erdal Ozdogan, Alîgul Alkaya, Mîkaîl Mungan û Halîl Kahraman ên li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F a Tekîrdagê tên ragirtin jî bi heman hincetê tên binpêkirin. Raporên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), dibêje ku bi vê sepana tu bingeha wê ya hiqûqî neyî de modêla tecrîdê tê afirandin. Hat gotin ku mafên perwerde û xebatên çandî jî tê bisînorkirin.
TECRÎDÊ GIRAN DIKIN
Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F a Tekîrdagê, weke du blok hatin dabeşkirin û mafên werzîş û sihbetê yên hevpar ên girtiyan hatin bisînorkirin. Li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F’ê ev sepan tune ye. Çûna revîrê ji ber blokên hatine dabeşkirin carnan bi hefteyan tê astengkirin, dermanên nexweşên kronîk nayên dayin. Raporên ÎHD’ê, piştrast dike ku girtî bi rojan nikarin biçin revîrê. Giliyê ji ber kêmdayîna xwarinê û yektîpiya wan jî tên paşguhkirin. Kamerayên li hewşê qada mahremê dişopînin û di asta tacîzê de ne. Gelek caran bi ser qawîşan de tê girtin û pirtûk, kovar û xebatên nivîskî yên girtiyan tên desteserkirin û mafê wan ê hilberandinê tê xespkirin.
Tehliyeyên girtiyên dema tehliyeya wan hatiye, bi biryarên Lijneya Îdare û Çavdêriyê tên taloqnkirin. Tehliyeyên Abdurrahîm Çakar û Mîrza Aydin tevî ku înfaza wan qediyabû jî ji bo 3 mehan hatin taloqkirin.
BANGA GIRTINA TEVDÎRAN Û SERDANAN
Wekîla DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan têkildarî mijarê serî li Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK) da û jê xwest ku tavilê biçe serdana Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F a Tekîrdagê, ferzkirina kelemçeyê ya di dema tedawiyê de bê bidawîkrin û mafên girtiyên ên weke ragihandin û perwerdeyê bên misogerkirin, “statûya bombeçêker” bê rakirin, her girtî bikare wekî hev mafê revîrê bi kar bîne, xwarinên girtiyan bên başkirin û sepanên kamera û lêgerînê bên bidawîkirin.