‘Tifaqa Milet ji 28’ê Gulanê ve bi dawî bû’
- polîtîka
- 16:38 01/6/2023
Namzetê Serokkomariyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû li serokên partiyan geriya û jê re got; “Mêvanên me yên di lîsteyên me de ketin Meclisê dikarin li partiyên xwe vegerin.” Li hêla din Ugur Poyraz ê Partiya Îyî jî got ku Tifaqa Milet ji 28’ê Gulanê ve bi dawî bûye.