RIHA - Fadîle Arslan têkildarî kurê xwe Metîn Arslan axivî û got: “Ez gelek keyfxweş im ku min kurekî wiha mezin kiriye. Bi kurê xwe serbilind im.”
HPG’ê duh bi daxuyaniyekê ragihand ku endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Metîn Arslan (Koçero Urfa) di êrişeke hewayî ya di 4’ê Mijdara 2019’an de jiyana xwe ji dest daye. Piştî daxuyaniyê, ji bo Arslan li gundê Amara yê navçeya Xelfetî ya Rihayê şîn hate danîn. Ji roja ewil ve gelek kes hatin serdana şînê.
Dayika Arslan, Fadîle Arslan di şînê de wiha got: “Ez bi wî serbilind im. Ev 33 sal bûn min tu agahî ji kurê xwe nedigirtin. Mirov çiqas mirovheziya Metîn vebêje jî têr nake. Nikarim xelas bikim. Salên dirêj li Nîzîpê jiya. Li wir xwend. Gelek ji hevalên xwe hez dikir û baş bi wan re li hev dikir. Li Îzmîrê zanîngeh qezenc kir û çû wê derê. 33 sal in min tu agahî jê nedigirtin. Keyfxweş im ku min kurekî wiha mezin kiriye. Bi wî serbilind im.”