Ji Kobanê heya Lubnanê Newroz hate pîrozkirin
- rojane
- 16:05 22/3/2024
Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeye heta Lubnanê li gelek navendan pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin.
Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeye heta Lubnanê li gelek navendan pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin.
Li Battalgazi û Haymanayê agirê Newrozê hate vêxistin. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku muxatabê çareseriya pirsgirêka kurd Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e.
Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş bertek nîşanî Midûriyeta Perwerdehiyê ya Sêrtê ku di ezmûna ceribandina TYT'ê de reklama namzetê AKP’ê kir, da û da zanîn ku ew dê derbarê bûyerê de giliyê bikin.
Serokê Komîteya Amadekar a Newroza Edeneyê Yaşar Demîr ji bo tevlibûna pîrozbahiya Newrozê ku dê di 24’ê adarê de bê lidarxistin bang kir û got: “Werin em bi hev re li dora agirê Newrozê govenda azadiyê bigerînin.”
Ferdên eşîra Îskiyê ya li Erdîşê, îdiaya ku ew ê piştgiriya AKP’ê bikin bi serdana DEM Partiyê derewandin û wiha gotin: “Ji qirkirina Geliyê Zîlan û wir ve em li cem gelê xwe ne.”
Ahmet Turk û şandeya pê re li Cizîrê serdana malbatên ku malên wan di bin lehiyê de mane kirin.
Dozgîn Temo (Çîçek Kobanê) û 3 girtiyên din ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya Rihayê dihatin ragirtin, bêyî daxwaza xwe hatin sewqkirin.
Girtiyên ji Girtîgehên Edene û Antalyayê peyama Newrozê şandin wiha gotin: “Bila gumana kesê nebe ku em ê vê Newrozê bikin wesîleya parçekirina hemû pergalên koletî, tecrîd, îşkence, mirin û zindanê.”
Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girava Îmraliyê tên ragirtin û 36 meh in tu agahî jê nayên girtin, ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.
Baroyên 81 bajaran bi daxuyaniyeke hevpar dan zanîn ku di nava 9 salan de sûcên zayendî yên li dijî zarokan sê qet zêdetir bûne. Baroyan bal kişandin ser girîngiya polîtîkayên tevdîrgirtinê û wiha bang kirin: “Em bi hev re rê li ber îstîsmarkirina zarokan bigirin.”
Xelata Aştî û Demokrasiyê ya Mafên Mirovan ya Bijîjka Diranan Dr. Sevînç Ozgûner, dan edîtora MA’yê Dîcle Muftuoglu ya piştî girtina 10 mehan hate berdan
Li Cîzira ku baran veguherî lehiyê, ava ku di înşaeta avahiya şaredariyê ya kevn a ji aliyê qeyûm ve hate firotin de kom bû, ji bo 4 avahiyan bû xetereya hilweşînê. Malbatên ku li van avahiyan dijiyan ji malên xwe hatin derxistin.
38 jê zarok bi giştî 204 kesên di Newroza Amedê hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
Zêdetirî milyonek kes tev li Newroza Amedê bûn. Kesên di protokolê de cih girtin, têkildarî peyamên li qadê hatine dayîn axivîn.
Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê bertek nîşanî binçavkirina 38 zarokan a di Newrozê de da û wiha got: "Ji raya giştî re em aşkere dikin ku binçavkirina zarokan û muameleyên din derhiqûqî ne û em ê bi rêyên hiqûqî vê pêvajoyê bişopînin."