Namzetê Şaredariyê yê AKP’î berpirsyarê sindoqê derb kir
- rojane
- 14:42 31/3/2024
Namzetê Şaredariya Midyatê yê AKP’î Veysî Şahîn peywirdarê sindoqê yê Demokrat Partiyê derb kir.
Namzetê Şaredariya Midyatê yê AKP’î Veysî Şahîn peywirdarê sindoqê yê Demokrat Partiyê derb kir.
Welatiyên li navçeya Gêlê li dijî leşker û polîsên weke “hilbijêr” li navçeyê hatin veguhestin çûn ser sindoqê, peyama “Em ê bi ser kevin” dan.
Şandeya navneteweyî ya ku ji bo şopandina hilbijatinê hatibû Amedê, li navçeya Pasûrê serdana dibistanan kir.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan cara duyemîn daxuyanî da û wiha got: “Divê tu kes sindoqan neterikîne. Roj roja serkeftinê ye.”
Namzetên hevşaredariyê yên bajarê mezin ên Amedê ji bo dengdayîn bang kirin û gotin: “Werin li sindoq û dengên xwe xwedî derkevin.”
Mîthat Sancar ê DEM Partiyî bertek nîşanî hîleyên hilbijartinê yên li Xelfetiyê da û wiha got: “Em îradeya xwe nadin dizîn, nadin xespkirin. Bila gelê neçûna sindoqan nefikire.”
Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sakik, dîmenê jineke nexweş parve kir û wiha got: “Gelê Agiriyê li dijî dorpêça leşker û polîsan nexweşên xwe wiha tîne ser sindoqê.”
Ji ciwanan heta kal û pîran, ji saetên serê sibehê ve li Amed, Sêrt, Çewlig, Dêrsim û Êlihê gel diherike ser sindoqan.
Li Hatayê ku di dema erdhejê de bandoreke mezin li ser çêbûbû, gel diçe ser sindoqan û dengê xwe dide.
Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî dengê xwe da û balkêş bû ku ser û çavên wî reş û şîn bûne.
Tevî li bajarên bakurê Kurdistanê bi giştî dê li 32 bajaran karûbarên dengdayînê saet di 16.00'an de bi dawî bibin.
Li bajarên Serhedê ji ber Remezanê di saetên serê sibê de çûyîna ser sindoqan kêm bû lê ber bi nîvro ve çûyîn zêde bû.
Li bajarên Kurdistanê ji bilî hilbijêrên “veguhestî” gelek binpêkirin çêbûn.
Halîme Bayram a 94 salî li navçeya Pasûrê çû ser sindoqê û dengê xwe da.