Têkildarî tecrîda li Îmraliyê bi CPT’ê re hevdîtin hate kirin
- rojane
- 10:52 18/4/2024
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan û ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Ozgur Faîk Erol têkildarî tecrîda li Îmraliyê bi rayedarên CPT’ê re civiyan. Ocalan, got ku wan ji CPT’yê xwestin ku di mijara tecrîdê de berpirsyartiya xwe bi cih bîne.