Dayikên Aştiyê: Şerta aştiyê azadiya Abdullah Ocalan e

  • rojane
  • 09:03 3 Cotmeh 2025
  • |
SÊRT - Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Sêrtê diyar kirin ku bê azadiya Abdullah Ocalan aştî pêk nayê û gotin: "Kurdan hemû gavên pêwîst avêtine. Niha dora dewletê ye. Divê ew jî gavan biavêjin."
 
Pêvajoya ku bi "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de dest pê kir, ket meha xwe ya heştemîn. Piştî vê bangê, PKK'ê di navbera 5-7'ê Gulanê de kongreya xwe li dar xist û di 12'ê Gulanê de biryara xwe ya bidawîanîna têkoşîna çekdarî ragihand û di 11'ê Tîrmehê de jî merasîmeke şewitandina çekan li dar xist. Lêbelê, di vê navberê de, dewlet û partiya desthilatdar, ji bilî avakirina komîsyoneke li meclisê tu gavek ber bi demokratîkbûnê ve neavêtine. Gelê kurd radigihîne ku azadiya Abdullah Ocalan ji bo berdewamiya pêvajoyê girîng e.
 
Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Sêrtê bertek nîşanî neavêtina gavan ji aliyê dewletê ve dan û destnîşan kirin ku divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan were misogerkirin.
 
‘DIVÊ ABDULLAH OCALAN SERBEST BÊ BERDAN'
 
Endamê Meclisê Maşallah Işik Arslanê destnîşan kir ku kurdan hemû gavên pêwîst avêtine û got: "Niha dora wan e. Divê Rêber Apo azad bibe." Maşallah Işik Arslanê bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehan û got: "Şertê aştiyê azadkirina Rêber Apo û hebûna wî di nav gel de ye. Bêyî wî aştî çênabe. Ji ber vê yekê, divê ew were berdan û di komîsyona meclisê de cih bigire. Em bi salan ji bo aştiyê xebitîn, lê her carê destê me vala ma. Niha em dixwazin ku ev hewldan encamên erênî bidin. Tiştek ji aştiyê xweşiktir nîne."
 
Endama Meclîsê Ayşe Taşçiyê xwesteka wan a bêdawî ya ji bo aştiyê destnîşan kir û got: "Heta niha, wan destê me yê ji bo aştiyê vala hişt. Divê vê carê destê me vala nemîne. Divê Rêber Apo azad bikin. Kurdan hemû gavên pêwîst avêtine. Niha dora dewletê ye. Divê ew jî tevbigerin. Divê Abdullah Ocalan azad be. Kevok bı baskeki nikare bifire."
 
Endama Meclisê Leyla Ozerê bal kişand ser pêwîstiya azadkirina Abdullah Ocalan û got: "PKK xwe fesix kir û çekên xwe şewitand. Hemû şert û mercên aştiyê hatine afirandin. Li hember vê yekê, komîsyonek hatiye avakirin, lê dewletê gavek berbiçav neavêtiye. Divê dewlet bi lez û bez tedbîran bigire da ku aştî pêk were. Êdî ne dayikên kurd û ne jî yên tirk divê engirîn. Em di aştiyê de israr dikin."  
 
Endama meclisê Vetha Kaçarê jî destnîşan kir ku Abdullah Ocalan tevî her tiştî hewl dide aştiyê pêk bîne û wiha domand: "Li meclisê komîsyonek hat avakirin, lê gav nehat avêtin. Diviyabû Rêber Apo bihata wê komîsyonê. Devlet Bahçelî gotibû, 'Bila Ocalan were û li meclisê biaxive.' Çima nehat? Weke Dayikên Aştiyê, em banga xwe ya ji bo aştiyê dubare dikin. Ez bang li Dayikên tirk jî dikim: werin em destên xwe bidin hev û vê aştiyê pêk bînin. Bêyî azadiya Rêber Apo li Sûriye, Îran, Iraq û Tirkiyeyê aştî çênabe."
 
 
 

Sernavên din

11:41 Rapora DFG’ê ya Îlonê: Binçavkirin, girtin, lêpirsîn, doz û astengkirin domiyan
11:14 ENAG: Enflasyon di Îlonê de ji sedî 3.79 zêde bû
TUÎK: Enflasyon di Îlonê de ji sedî 3.23 zêde bû
11:12 Jin ber bi Amarayê ve dimeşin ZINDÎ
10:43 Kadriye Dogan: Ji bo aştiyê divê ‘mafê hêviyê’ bê cîbicîkirin
10:28 Şandeya DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
10:04 Di hucreyeke yekkesî de hewldanên çareseriya demokratîk
09:54 Antropolog Sîbel Ozbudun: Tirkiye hêj jî meseleyê weke pirsgirêka ‘terorê’ dibîne
09:08 Hevgirtina enternasyonal: Gotarên Nagihan Akarselê li zimanên din hatin wergerandin
09:07 Nerîman Ozcan a hevjînê wê û du xizmên wê hatin kuştin: Înfazeke plankirî bû
09:03 Dayikên Aştiyê: Şerta aştiyê azadiya Abdullah Ocalan e
09:02 Li Agiriyê dema silqokê: Kîloyek silqok ne bi qedeheke çayê ye jî
09:01 Kolanên Wanê: Divê komîsyon li Ocalan guhdarî bike û li dijî Rojava şer neke
09:00 ROJEVA 3’YÊ ÎLONA 2025’AN
02/10/2025
23:49 Jinên êzidî bersiva peyama Ocalan dan: Têkoşîna me xurttir bû
23:21 Meşvanên jin li Xelfetiyê kargeh li dar xistin
17:03 Meşvanên jin li Xelfetiyê ne: Azadiya Rêbertiya me xeta me ya sor e
16:55 Di doza Narîn Guranê de 3 kes hatin tehliyekirin
16:54 Hevserokên OHD’ê di komîsyonê de axivîn: Ji bo demokratîkbûnê ‘mafê hêviyê’ girîng e
16:31 Di Behra Marmarayê de erdhej çêbû
16:17 Îtîraza rojnameger Dîcle Muftuoglû hate redkirin
16:06 Tevdîra kontrola edlî ya rojnameger û siyasetmedaran hat rakirin
14:26 Hiqûqnas Gulseren: Divê sererastkirinên mewzûatê bixin rojeva xwe
13:48 Sifreya 300 sal in li Gundikê Melê tê danîn: Tamtamûk
13:27 Jin di ‘Rêya Azadiyê’ de meşiyan
13:17 Hikûmeta demkî êrişî derdora Bendava Tişrînê dike
13:11 Foza Yûsif ji bo meşvanên jin peyam şand: Dema azadiya Rêber Apo ye
12:19 'Em ê pêşniyaran di demekî herî kin de pêşkeşî Lijneya Giştî ya Meclisê bikin’
12:15 Meşvan çûn serdana goristanê: Em minetdarên wan in
11:29 Rojnameger Mûrat Verîm hate berdan
11:23 Îsraîlê êrişî Fîloya Sumudê kir: Zêdetirî 200 kes hatin binçavkirin
11:22 Bi hemû kitekitên xwe pêvajoya komploya navneteweyî
10:34 Ji bo mirina di hucreya yekkesî de biryara neşopandinê dan
10:15 Dîroknasê Fransî Ducange: Têkoşîna hebûnê ya Kurdan jinedîtî ve tê
10:01 Serokê eşîra Ereb Sebxayê El Suhan: Em di nava HSD'ê de ne
10:00 Bandoreke mezin li ser jiyana mirovan kir: Sîxûrên MÎT’ê Nagihan hedef girtin
09:21 'Dubendiya komîteyê hêzê dide kesên bi kêfî hiqûqê binpê dikin'
09:20 Hevseroka KCDK-E'yê Zubeyde Zumrut: Divê dewlet demildest gavên qanûnî biavêje
09:19 Ji ber parvekirina têkildarî Haci Lokman Bîrlîk cezayê hefsê dan
09:04 Welatiyê ku 46 sal in bê 'nasname' ye dê bê dersînorkirin
09:03 Li Serhedê eleqeyeke mezin ji bo kampanyaya 'Ez aştiyê dixwazim ji ber ku' heye
09:01 Golên Arçak û Sixkeyê ziwa dibin
09:00 Ji Çorûmê ew anîn, li Wanê 6 peywiran 'bi rêve dibe'
09:00 ROJEVA 2’YÊ COTMEHA 2025’AN
01/10/2025
17:03 Hevdîtina DEM Partî, MHP, Erdogan û Kurtulmuş bi dawî bû
16:58 Erdogan: Em baş di ferqa wê de ne ku pêvajoyeke hesas e
15:45 DEM Partî, MHP û Erdogan hatin gel hev
15:41 Li Çiyayê Cûdî şewat derket
15:40 Meclisa Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê: Divê hikûmeta demkî sozên xwe bicih bîne
15:31 Jin bi meşaleyan ji Amedê ber bi Enqereyê ve hatin oxirkirin
15:30 Li Cizîrê welatiyek bi lêdanê hate binçavkirin
14:17 Rêxistinên jinên Êzidî têkildarî ‘Şengalê’ Bexda hişyar kir
14:08 Semra Guzel nehat tehliyekirin
13:54 Ji Hondurasê banga ji bo piştevaniya bi gelê Kurd re
12:48 Bakirhan: Em di qonaxeke ku gav bên avêtin de ne, ev qonax dê bibe wêneyê jidilbûnê
12:14 ‘Meşa azadiyê’ ya jinan dest pê kir: Ji b aştiyê li Ocalan guhdarî bikin
11:00 Careke din ceza dan Amedsporê
10:42 Li Herêma Federe ya Kurdistanê krîza ‘hikûmetê’: PDK naxwaze kes bibe şirîkê îktîdarê
10:08 Dîmenên qirkirina daran a li Dorşînê derketin holê
09:58 Welatiyên Erziromê: Divê mafên me bên naskirin
09:42 Li Edeneyê dîwar bi graffîtên Abdullah Ocalan hatin neqişandin
09:23 Ji ber gotina 'Birêz Ocalan' înfaza wî hat şewitandin
09:22 Filoya Sumud: Jo bo mirov tevbigerin ma divê çend zarok bimirin?
09:20 Derhêner Alper: Ji bo çekdanînê divê rêyên siyasetê bên vekirin
09:19 Berteka li dijî bêtehemûliya li dijî Kurdî: Hûn ê çawa meseleya Kurd çareser bikin?
09:18 Bi bîra komîsyonê xistin: Aktorê sereke birêz Ocalan e
09:16 KESK'î dê li 6 bajaran ji bo vegera ser kar a KHK'iyan bimeşin
09:00 ROJEVA 1’Ê COTMEHA 2025’AN
30/09/2025
16:43 Peyama Abdullah Ocalan a ji bo Şengalê: Ez ê dest ji hesabpirsîna komkujiyê bernedim
15:50 Ji ber dirûşma ‘şehîd namirin’ cezayê hefsê dan Yilmaz
15:49 'Rewşa Yilmaz ê di rojiya mirinê de giran dibe’
15:26 TOKÎ jî daxilî talankirina xwezayê ya li Şirnexê bû
14:30 Ji bo Amedsporê bang li îktîdarê kirin: Ji bo pêşîlêgirtina polîtîkaya cihêkariyê gav biavêjin
13:44 Rapora rêxistinên maf û hiqûqê: Binpêkirinên li girtîgehan pir zêde bûne
13:19 Rewşa Beşîkçî baş dibe
13:10 Sînorê xizaniyê 4 qat ji mûçeyê kêmtirîn zêdetir bû
13:09 Tevî plana ‘aştiyê’ jî êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê didomin
11:40 Hedefa meşa ji Amedê ber bi Enqereyê ve zelal e: Azadiya Abdullah Ocalan
11:20 'Ji bo Kurdî divê gavên yasayî bên avêtin’
10:55 Rêveberekê DAIŞ’ê li Dêrazorê hate girtin
10:54 Xebatên madenvaniyê yên li Wanê gefê li ekolojiya li hewza golê dixwin
10:35 Temellî: Divê tavilê zemîna mizakereyan bi Ocalan re bê avakirin
10:02 Salih Muslim: Xwestin li NY’ê Şara rewa bikin
09:32 Ji helîkopterê hatibûn avêtin: 5 sal derbas bûn, faîl hêj nehatine girtin
09:12 Piştî êrişên Îsraîlê rewşa Îranê
09:11 Ocalan di salekê de çi peyam dan?
09:07 'Bila pêşniyaza Bahçelî ya axaftina li meclisê pêk bê'
09:06 Esnafa jin a ewil a Gimgimê: Gelek zext li me kirin lê dîsa jî em bi ser ketin
09:00 ROJEVA 30’Ê ÎLONA 2025’AN
29/09/2025
16:42 Ozel: Divê sererastkirinên yasayî di demekî nêz de bên kirin
16:20 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyekî Êzidî revandin
16:19 Baroya Amedê bertek nîşanî TED’ê da: Parastina ziman jêneger e
15:57 Komîsyon dê li rêxistinên hiqûqê guhdarî bike
15:18 Xetereya li ser jiyana Beşîkçî didome
15:06 Doza faîlê Dîlara Gunanayê hate taloqkirin
14:49 Binpêkirinên li Girtîgeha Tekîrdagê: Serî li ÎHÎK’ê dan
14:02 Di lêpirsîna 3 rojnamegeran de biryara neşopandinê hat dayin
13:57 Li Hezexê qeza: Jinekê jiyana xwe ji dest da
13:53 Ji Koleja TED’ê ya li Amedê fermana ‘Tenê dê bi Tirkî bê axaftin’
13:42 Prof. Enzo Traverso: Meseleya Kurd derbasî qonaxeke dîrokî bû
13:34 Li Bagokê liv û tevgera leşkerî