Hevşaredarên Wanê bi rojnamegeran re hatin gel hev
- rojane
- 12:17 03/5/2024
Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan bi boneya 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê bi rojnamegeran re hatin gel hev.
Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan bi boneya 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê bi rojnamegeran re hatin gel hev.
Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Rojnameger Celal Başlangiç jiyana xwe ji dest da û gelek kesan li ser hesabên xwe yên medyaya dijîtal peyamên sersaxiyê weşandin. Di peyaman de hat gotin ku Başlangiç tenê bi nivîsandina rastiyan re bisînor nema û di heman demê de ji bo heqîqetê têkoşiya.
Operasyona leşkerî ya li zozanên gundê Tiloran ê Geverê hatiye destpêkirin di roja 7’an de didome.
Komîsyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê têkildarî Komkujiya Dêrsimê daxuyanî da û wiha got: “Ji Koçgiriyê heta Dêrsimê, ji Mereşê heta Roboskê heta faşîzma yekperest a serdest bi tu komkujiyan re hevrû nebû û ev faşîzm hate domandin. Vê yekê jî ji bo komkujiyên nû cisaret da.”
Di encama serdegirtinên malan ên li Nisêbînê de kesek û yên li Îzmîrê de jî derhênerê hunerê yê belgefîlma Bakur Koray Kesîk hate binçavkirin.
Zilamê bi navê S.K. li Sîncanê jinek qetil kir û jina dixwest pêşî li êrişê bigire jî birîndar kir. Li Kepezê jî jina bi navê Ashfaq Ahmad Qureshî li mala lê dijiya mirî hate dîtin.
Hevdîrektorê MLSA’yê Veysel Ok anî ziman ku fikarên têkildarî çapemenî û azadiya xweîfadekirinê yên li Tirkiyeyê zêde dibin û wiha got: “Ji ber zextên lê tên kirin, pêşniyara min ew e ku 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê weke Roja Piştevaniya bi Rojnamegerên Kurd re bê ragihandin.”
Di nava salekê de di encama êrişên dewleta tirk û rejîma Îranê de herî kêm 54 kolber hatin qetilkirin.
Di qezaya trafîkê ya li ser Otorêya Nîgde-Enqereyê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 6 jê giran bi giştî 34 kes jî birîndar bûn.
Polîsan di danê sibehê de li Stenbolê bi ser mala gelek kesên dixwestin di 1’ê Gulanê de ji Saraçhaneyê ber bi Taksîmê ve bimeşin de girtin. ÇHD’ê da zanîn ku 47 kes hatine binçavkirin.
Asayîşa PDK’ê 192 roj berê edîtorê Rojnewsê Silêman Ehmed dema ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vedigeriya başûrê Kurdistanê binçav kir û ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin.
Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk, 159 roj in di çalakiyê de ne.
Parêzer Alî Îhsan Demîrtaş ku çalakiya girtiyan ya li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan nirxand, diyar kir ku tecrîd pêkanîneke îşkenceyê ya sîstematîk e û wiha got: “Divê çavkaniya vê bêhiqûqiyê ji holê bê rakirin.”