ENQERE - Dîronasê Fransî Jean-Numa Ducange diyar kir ku têkoşîna hebûnê ya gelê Kurd di qada navneteweyî jinedîtî ve tê û got: “Divê pêşeroja hevpar a gelên Tirk û Kurd bê misogerkirin.”
Dîroknasê Fransî Jean-Numa Ducange, têkildarî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji DEM Partiyê re nameyek şand û piştgirî da.
Ducange, di peyama xwe de wiha got: “Ez piştgiriyê didim hewldana we. Têkoşîna hebûnê ya gelê Kurd, îro di qada navneteweyî de di astekî bilind de jinedîtî ve tê. Dema mirov vê rastiyê difkire, ev têkoşîn hêj bêhtir rewa û pêwîst dibe. Gelek kes ji bo mafên gelê Filistînê xwepêşandanan li dar dixin lê têkoşîna Kurdan hatiye jibîrkirin. Bi vê sedemê, bi nêrîna demokratîk û aştiyane ya li meseleya Kurd, îro ji her demê bêhtir girîng e. Dengekî Kurdan jî heye û ev deng, bi perspektîfa komareke demokratîk û civakî teşe digire. Heke hêj wateyeke enternasyonalîzmê hebe, di vê çarçoveyê de divê li vir bikeve meriyetê; divê pêşeroja hevpar a gelên Tirk û Kurd bê misogerkirin.”
JEAN-NUMA DUCANGE KÎ YE?
Li Zanîngeha Rouen Normandieyê profeserorê dîroka hemdem e û her wiha li l’Institut’ê endamê Franceyê ye. Li welatên bi Fransî û Almanî tê axaftin de li ser îdeolojiyên çep û “mîrasa” Şoreşa Fransayê ya li ser dinyaya hemdem pispor e. Di van mijaran de bi zimanên cuda gelek gotar û berhemên wî hene. Hevgerînendeyê kovara Actuel Marxê û gerînendeyê giştî yê kovara Mouvement ouvrierê ye.