Daxwaza ji bo jinûvedarizandina Kavala hate redkirin
- rojane
- 11:48 15/5/2024
Serlêdana bi daxwaza jinûvedarizandina Osman Kavala cara sêyemîn hate redkirin.
Serlêdana bi daxwaza jinûvedarizandina Osman Kavala cara sêyemîn hate redkirin.
Hevşaredara Dêrsimê ya berê Nûrhayat Altûn piştî 7 sal û 5 mehan hate berdan.
Hevberdevkên Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê diyar kir ku divê sibe di Doza Kobanê de ji bo siyasetmedaran biryara tehliye û beraetê bê dayîn û banga tevlibûna danişînê li her kesî krin.
Serokatiya Meclisê ji bo pêşniyarqanûna ku perwerdeya zimanê dayikê di qanûnan de bê misogerkirin û kurdî bibe zimanê dayikê, bi hinceta “li dijî destûra bingehîn e” negirt.
Rojnameger Esra Solîn Dal a ku 19 roj in li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Dal ji bo derbasî qawîşê bibe daxwaznameyan dinivîse lê bersiv nayê dayîn.
Îro serê sibehê di serdagirtinên malan ên li gelek bajaran de gelek kes hatin binçavkirin.
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê ku 38 meh in agahî jê nayên girtin, serlêdaneke nû ji bo CPT’yê kirin. Parêzeran xwestin ku prosedurên mercên muameleya xerab û rewşa agahînegirtinê ji holê radikin bikevin meriyetê.
Li navçeya Karabûrûn a Îzmîrê bi pileya 4,5’an erdhejek çêbû.
Ayhan Kevser anî ziman ku ew ji kurê xwe yê di çalakiyê de ye tu agahiyan nagire, wiha bang li her kesê kir: “Bibin dengê girtîgehan.”
Asayîşa PDK’ê 204 roj berê edîtorê Rojnewsê rojnameger Silêman Ehmed li Deriyê Semelkayê revand û tevî gelek serlêdan û bangawaziyan jî ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin.
Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd 171 roj in di çalakiyê de ne.
Hevserokên Şaxa Egîtîm Senê ya Hejmara 2'yan a Amedê Dûygû Ozbay û Serhat Kiliç, diyar kirin ku çavkaniya tundiya di perwerdehiyê de polîtîkayên desthilatê ne û gotin ku çareserî bi guherandina pergalê pêkan e.
Hevserokê MATÛHAY-DER'ê Mehmet Şafî Erol ku ji bo bidawîbûna tecrîdê banga têkoşînê kir, got: "Werin em bi hev re vê meşa azadiyê bilind bikin."