Nexweşê ku xwe di paceya nexweşxaneyê de avêtibû jiyana xwe ji dest da
- rojane
- 18:46 26/5/2024
Nexweşê ku dema li servîsa psîkîyatriyê ya qata sêyemîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê dihate razandin xwe di paceyê de avetibû û giran birîndar bûbû, piştî 25 rojan jiyana xwe ji dest da. Şaxa SES’ê ya Mêrdînê di rapora ku amade kir de xemsarî rêz kirin.