ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2024'AN
- rojane
- 09:00 23/8/2024
Siyasetmedar Gultan Kişanak ku di Nobeda Şîşhaneyê de ya li dijî tayinkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê axivî, got: "Heya hûn hebin em ê jî hebin. Ev vîn, xwedîlixwederketin e."
Li gundê Gogan ê navçeya Xelfetî ya Rihayê kesê bi navê Gafarî Çolak hevjîna xwe ya bi navê Gulîzar Çolakê qetil kir.
Dayikên Aştiyê yên ji bo îfadeya dozgeriyê ji Geverê çûbûn Wanê û di vegerê de qeza kiribûn Adalet Safali û Sosin Akçelîk û parêzerên wan Cîhan Akçelîk û Erdal Safali li ser gorên xwe bi girseyî hatin bibîranîn.
3 karkerên înşeatê yên dema li navçeya Altieylulê li parkekê stranên kurdî guhdar dikirin hatin binçavkirin. Ji karkeran Cemal Guzel bi sûcdariyên “propagandaya rêxistinê” û “rabûna li ber polîsan” hatin girtin.
Tirkiyeyê gundê Gelale ya bajarokê Şarbajêr a girêdayî Silêmaniyê bombebaran kir.
Serdana şîna kedkara Çepemeniya Azad Emîne Demîrê ya li Qoserê bi awayekî girseyî hate kirin.
Laçika kesk û sor û zer a di şeva hineyê de li serê Fikriye Baykûrtan Savaş a di serdegirtina malê de hate binçavkirin bû weke sûc hate hesibandin.
Malbata Şenyaşar a li pêşiya Meclisê çalakiya xwe didomîne destnîşan kir ku daxwaza wan a hevdîtina bi Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan re hebû, ev daxwaz hatiye bersivandin û da zanîn ku ji ber ew îqna nebûne, dê çalakiya xwe bidomînin.
Parazvanên mafên sewalan, bertek nîşanî polîtîkayên Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Mansûr Yavaş ên li dijî sewalan dan û ev pirs kirin: “Hûn şaredarê gelê Enqereyê ne an jî kujerên sewalan in?”
Parlamenterên DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî neberdana girtiyên nexweş ên giran Ergîn Aktaş û Abdûlkadîr Kûday ji Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç pirsîn.
Parêzer Mehdî Ozdemîr ê îtîrazî rapora pisporan a têkildarî şewata ku li navçeyên Xana Axpar û Şemrexê derket û 15 kesan jiyana xwe ji dest kir, giliyê pisporan kir. Ozdemîr xwest ku şandeyeke nû ya kesên pispor bê avakirin û raporeke nû bê amadekirin.
Rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê li dijî şerên herêmî-kûrewî, dagirkerî û tecrîdê, aştîxwazan di 1’ê Îlonê de vexwend li qadan.
Li Mêrdînê tîmên DEDAŞ’ê ligel leşkeran bi ser bajarokê Ewîna de girtin. Bi gaza îsotê êrişî welatiyên ku bertek nîşan dan hate kirin. Gengeşiya li bajarok berdewam dike.
Balafirek bê mirov û bi çek a Tirkiyeyê avahiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Qamişlo bombebaran kir.