AMED - MKG’ê bertek nîşanî gefên di demên dawî de li rojnamegerên jin tên xwarin da û got: “Em banga piştevaniyê li tevahiya raya giştî dikin.”
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), têkildarî gefên di demên dawî de li rojnamegerên jin tên xwarin, daxuyanî da. Daxuyanî, li pêşiya avahiya komeleyê ya li navçeya Bajarê Nû hate dayin. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.
Kurdiya metnê Seroka MKG’ê Roza Metîna û ya bi Tirkî jî endama komeleyê Semra Turan xwend. Roza Metînayê diyar kir ku êrişên li dijî rojnamegerên jin û gefên lê tên xwarin ne tiştên rashatî ne û bi armanca bêdengkirina lêgerîna rastiyê û Çapemeniya Azad in. Roza Metînayê, bal kişand ser gefa kuştinê ya li nûçegihana JINNEWS’ê Şehrîban Aslanê hatiye xwarin û got: “Piştî nûçeya 20'ê Hezîranê ya bi sernavê 'Malbata ku zarokên wan hatine revandin: Ewlekariya me ya jiyanê tune ye', wêneyên Şehrîban Aslan, ji aliyê bersûcê bi navê Zulfî Şakar ê navê wî di nûçeyê derbas dibû, li ser medyaya dîjîtal belav bûn. Zulfî Şakar, gefa kuştinê ya ‘Ez ê serê wê jê bikim, ez dizanim ajans li ku ye’ xwaribû. Şehrîban Aslanê giliyê vî kesî kir û daxwaza girtina sûcdar kir. Lê heta niha jî li dijî vî kesî tu tevdîrek nehatiye girtin. Siyaseta necezakirinê, dibe sedema zêdebûna êrişên li dijî rojnamegeran.”
ŞAHIDIYA OZNÛR DEGER Û ZEYNEP DURGUTÊ
Di berdewamê de Roza Metînayê bal kişand ser gefa li nûçegihana JINNEWS’ê Oznûr Degerê hatiye xwarin û wiha pê de çû: “Piştî nûçeya bi sernavê ‘Çeteya şantajê ya li Wanê: Ozcan Pûlat kî ye?’ ku di 29'ê Cotmeha 2024'an de hate weşandin, gef li Oznûr Degerê hate xwarin. Agahiyên wê yên şexsî hatin bidestxistin û li dijî wê weke şantaj hatin bikaranîn. Dozgeriyê, bi sedema ‘gefên li dijî jinan’ doz li bersûc vekir. Oznûr Deger tawîzê nade û têkoşîna xwe ya zagonî didomîne da ku êrişên li dijî rojnamegerên jin bêceza nemînin.
Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Durgut jî ji ber nûçeya xwe ya li ser çeteya şebekeyeke fihûşê ya li Şirnexê ya di sala 2013'an de, li ser giliyê bersûc û xizmên wî, bi îdiaya ‘belavkirina agahiyên şaş’ lêpirsîn der heqê wê de hate vekirin û banga îfadeyê lê hate kirin. Zeynep Durgutê di îfadeya xwe de diyar kir ku wê nûçeya xwe li gorî îdianameya fermî amade kiriye û hem xebata xwe ya rojnamegeriyê hem jî mafê raya giştî yê zanîna rastiyê parast.”
BANGA HEVGIRTINÊ
Roza Metînayê, destnîşan kir ku rojnamegeriya ji hêla her sê nûçegihanan ve hatiye kirin ne tenê ragihandina nûçeyan e lê di heman demê de şahidiya rastiyên civakî ye û wiha bi dawî kir: “Em, rojnamevan dê li dijî van êrişan bêdeng nemînin. Wekî MKG'ê, em diyar dikin em ê gef, lêpirsîn û dozên li dijî hemû rojnamevanan bişopînin. Em ê ji bo bidawîkirina siyaseta bêcezatiyê û bidawîkirina krîmînalîzekirina rojnamegeriyê têbikoşin. Em bang li raya giştî, rêxistinên jinan, rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê û rêxistinên girseyî yên demokratîk dikin ku hevgirtina xwe zêde bikin. Em dubare dikin; kevneşopiya me ya çapemeniya azad nayê bêdengkirin û rojnamegeriya jinan nayê tunekirin."