Li Xelfetiyê li ser tayînkirina qeyûm de 10 meh bihurîn. Hevserokên DEM Partiyê, diyar kirin ku qeyûm xizmetê nake û bûdçe bi awayeke nelirê tê xerckirin. Welatiyên navçeyê gotin: “Di pêvajoyê de divê qeyûm tunebin.”
Di hilbijartinên 31’ê Adara 2024’an de Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Şaredariya Xelfetiyê bi dest xistibû û piştî 8 mehan (4’ê Mijdarê) bi biryara Wezareta Karên Hindûr ve li şûna Hevşaredarên DEM Partiyê Mehmet Karayilan û Saniye Bayram qeyûm hatibûn tayînkirin. Qeyûm li navçeyê xizmetê nake û qirêjiya bajêr li ser jiyana welatiyan xetereyê çêdike.