* Bi ser silavdayîna Devlet Bahçelî ya wekîlên DEM Partiyê û banga wî ya têkildarî “Mafê hêviyê” re salek derbas bû. Di vê pêvajoyê de Abdullah Ocalan gavên dîrokî avêt. Tevî gotina Bahçelî ya “Ji bo aştî bifire divê baskê wê yê duyemîn jî hebe” jî heta niha yek gav jî nehatiye avêtin.
* Platforma Saziyên Demokratîk dê li avahiya rêxistina DEM Partiyê ya Amedê têkildarî meşa TJA'yê ya bi dirûşma "Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin" ku dê ji Amedê ber bi Enqereyê ve li dar bixe, daxuyaniyê bide. (11.00)
* Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê li Navenda Kongreyê ya Tepekuleyê ya li Bayrakli ya Îzmîrê bi Dayikên Aştiyê re bicive.(14.00)
* Rêxistina DEM Partiyê ya Edeneyê dê têkildarî 2 ciwanên ji ber xebatên pankartan hatin binçavkirin, li Parka Înonuyê daxuyaniyê bide. (17.00)
* Platforma Saziyên Demokratîk, dê têkildarî cezayê pereyan ên ji ber reklama bi Kurdî li Amedsporê hatiye birîn, li pêşiya Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belekê ya Cizîr a Şirnexê daxuyaniyê bide. (17.00)
* 9'emîn Mihrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê dê di roja 4'an de bi pêşandana fîlman û çalakiyên cuda bidome. (19.00)